Derbarê Licê û Hênê de biryareke nû

Navenda Nûçeyan – Li navçeyên Amedê yê Bakurê Kurdistanê li çend gundan qedexeya derketinê hat ragihandin.


Li gorî daxûyaniya parêzgariya Amedê, ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li 14 gundên bi ser navçeyên  Hênê û Licê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û dê heta fermaneke nû berdewam be.


Herwiha di daxûyaniya parêzgariya Amedê de hatiye gotin ku bi armanca derxistina gerîlayên PKKê ji wê navçeyê û xirabkirina baregehên PKKê operasyonekê  berfireh dê were destpêkirin.


Qedexe li gundên Liceyê yên wekî

Birlik, Şenlik, Abali, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralanayê her wiha li Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û li gundê Uzunlara Hênê

heye.