Navenda Nûçeyan – Li navçeyên Amedê yê Bakurê Kurdistanê li çend gundan qedexeya derketinê hat ragihandin.
Li gorî daxûyaniya parêzgariya Amedê, ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li 14 gundên bi ser navçeyên Hênê û Licê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û dê heta fermaneke nû berdewam be.
Herwiha di daxûyaniya parêzgariya Amedê de hatiye gotin ku bi armanca derxistina gerîlayên PKKê ji wê navçeyê û xirabkirina baregehên PKKê operasyonekê berfireh dê were destpêkirin.
Qedexe li gundên Liceyê yên wekî
Birlik, Şenlik, Abali, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralanayê her wiha li Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û li gundê Uzunlara Hênê
heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse