Dihok – Li ser dîwarên saziyeke fermî siloganên DAIŞê hatin nivîsandin!

25-10-2015
RÛDAW
Silogan hatine jêbirin
Silogan hatine jêbirin
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Li bajarokê Domîzê yê Dihokê, li ser dîwarên avahiyeke fermî siloganên alîgirtiya DAIŞê hatin nivîsandin. Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê li ser wê mijarê kirine.

Peyamnêrê Rûdawê Silêman Alîxan eşkere kir ku çend roj berê li ser dîwarên avahiya Navenda Spor û Ciwanan a bajarokê Domîzê yê Dihokê siloganên alîgirtiya DAIŞê hatibûn nivîsandin û got, lê heta me xwe gihand wê derê silogan hatin jêbirin û paqijkirin.

Silêman Alîxan da zanîn ku rêveberê wê navenda fermî gotiye ez nikarim li ser mijarê tiştekî bêjim lê ragihandiye ku hefteyekê beriya niha karmendekî wan pê hesiyaye ku siloganên alîgirtiya DAIŞê li ser dîwaran hatine nivîsandin.

Peyamnêrê Rûdawê anî ziman ku hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine lê ji ber ku kamerayên çavdêriyê li wê derê tine, lêkolînê dê hinekî zehmet be…

Silêman Alîxan her wiha ragihand, li bajarokê Domîzê li cihekî jî siloganên Naziyên Almanya hatine nivîsandin!

Ev cara yekemîn nîne li Domîzê siloganên alîgirtiya DAIŞê tên nivîsandin, çimkî îsal biharê jî li kampa Domîzê ku li kêleka bajarokê Domîzê ye, di dibistaneke penaberan de siloganên alîgirtiya DAIŞê hatibûn nivîsandin ji ber wê yekê dibistan hatibû girtin lê dîsa hatibû vekirin.

Li kampa Domîzê ya Dihokê, jibilî penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran koçberên ereb ên Iraqê jî ji ber şer û aloziya ewlehiyê dimînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst