Amedî bi çûyîna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî kêfxweşî in

.

Amed (Rûdaw)- Xelkê Amedê li hember alîkariya leşkerî ku Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Kobanî kiriye û biryara şandina Hêzên Pêşmerge bo wî bajarî, dilxweş in.

Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piştî pejirandina Parlamentoya Kurdistanê biryar e sibe yekem karwana Hêzên Pêşmerge bi rêya Tirkiyeyê re berê xwe bide Kobanî û vê bûyera dîrokî bandoreke mezin li ser xelkê Bakurê Kurdistanê kiriye.

Li gorî xelkê Amedê, alîkariya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge dê yekîtiya kurdan bihêztir bike.

Xelkê Amedê hêvî dikin ku yekrêziyên bi vî rengî di nava kurdan de zêdetir bibin û kurd bêtir li hev xwedî derkevin. Herwiha hêvî dikin ku bi çûyîna pêşmerge bajarê Kobanî ji DAIŞê bê paqijkirin.