Riha - Bav bû sedema mirina kurê xwe yê 4 salî

25-09-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Bêrecûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê zarokê 4 salî yê ket bin traktora bavê xwe û mir.

Li gorî agahiyan, li gundê Birîsê yê navçeya Bêrecûkê, bavê bi navê Fatîh Y. dema traktor paş de diajot ferq nekir ku kurê wî yê 4 salî Îbrahîm Halîl Y. li pişt traktorê sekiniye û bi traktorê di ser re derbas bû.

Îbrahîm Halîlê ku traktor di ser wî re derbas bû bi giranî birîndar bû.

Malbatê zarokê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Lê Îbrahîm Halîl tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê mir.

Tîmên tenduristiyê termê zarokê 4 salî bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî.

Her wiha li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst