Li Başûrê Kurdistanê dê propagandaya partiyan çawa be?

25-09-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Partiyên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên hilbijartinan ên partiyên ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin ji Rûdawê re behsa kampanyayên xwe kir.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê doh bi awayê fermî ragihand ku propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro (25ê Îlonê) dest pê dike.

Rûdawê ji partiyên ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin du pirs kirin:

"Hûn çawa kampanyayê dikin? Eger ji wan were xwestin ku ji bo kampanyayeke aştiyane peymanek îmze bikin, nêrîna wan çi ye?"

Berpirsên hilbijartinan ên partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel kampanyayayên aştiyane ne.

Berpirsan diyar kir, ew amade ne peymanekê îmze bikin ku dê kampanyayên modern û ji tundûtûjiyê dûr pêk bînin.

PDK: Bangeşeyên aştiyane û hilbijartinên paqij ruhê demokrasiyê ne

Berpirsê berê yê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesrew Goran li ser bangeşe û hilbijartinan ji Rûdawê re wiha axivî:

"Me wekî PDKyê beriya hemû partî û aliyên din jî gotiye ku divê kampanyaya hilbijartinê bi rengekî aştiyane û di çarçoveya yasayan de û ji hemû binpêkirin, heqaret û şikandina hevdû dûr bê meşandin.

Bangeşeyên aştiyane û hilbijartinên paqij û adil ruhê demokrasiyê ne.

Ev yek jî dê bandorê li nav û dengê Herêma Kurdistanê bike.”

Li ser pirsa “Eger ji wan were xwestin ku ji bo pêkanîna hilbijartinan aştiyane peymanek îmze bikin, gelo ew amade ne ku vê yekê bikin?” Xesrew Goran wiha bersiv da:

Pabendbûna bi serweriya qanûnê û rêgezên birêvebirina kampanyayan bi serê xwe peymanek e.

Ew jî wisa dike ku bangeşeyeke hevdem û aştiyane bi rê ve biçe."

YNK: Bangeşeyeke aştiyane dê xizmetê ji hilbijartineke paqij re bike

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê Hejar Mihemed ji Rûdawê re got:

"Em bixwazin nexwazin Kurdistan du herêm in, mixabin me tiştekî di medyayê de nehiştiye, mîna ku em piştî hilbijartinan qet hevdîtin û gotûbêjan nekin.

Ev bi rastî jî dê bandoreke xerab bike û bangeşeyeke bi vî rengî gelekî şaş e.

Eger em bixwazin kampanyayeke aram hebe, divê yasayên komîsyonê werin bicihanîn.

Bangeşeyeke aram dê xizmetê ji pêkanîna hilbijartinên pak û adil re bike.

Bi ya me tiştekî baş e ku komîteyeke hevbeş a hemû partiyan pêk tê bê avakirin ji bo rê li ber binpêkirinan bê girtin û tedbîrên pêwîst li hemberî binpêkeran bên wergirtin."

Hejar Mihemed diyar kir ku derbarê îmzekirina peymaneke ji bo pêkanîna hilbijartinên aştiyane de jî ew wekî YNKyê amade ne ku vê yekê bikin û wiha pê de çû:

"Em amade ne her peymaneke ku ji bo meşandina kampanyayeke aştiyane û bêpirsgirêk pêşkêş dike, îmze bikin û dagirin.

Em hêvî dikin ku Rûdaw jî di van rojên kampanyayê de bibe platformek ji bo hevdîtinên dostane di navbera hemû aliyan de."

Yekgirtû: Divê bangeşe ji bo bernameyê be, ne ku hevdû bişkînin

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hêmin Eskender ji Rûdawê re got:

"Bernameya me ya bangeşeyê ew e ku li gorî yasayan tev bigerin û dab û nerîtên civaka Kurd li ber çavan bigirin.

Em hêvîdar in ku partiyên din jî vê yekê li ber çavan bigirin.

Divê partî xwedî li nirxan derkevin da ku piştî hilbijartinê karibin rûnên û li hev bicivin.

Mixabin partiyên ku desthilat in rêzê li qanûnan nagirin û ji niha ve binpêkirinan dikin.

Em hêvîdar in ku ev partî li şûna ku hevdû bişkînin û qanûnan bin pê bikin, bernameyên xwe yên xebatê biweşînin û armancên xwe yên piştî hilbijartinê ji gelê Kurd re ragihînin."

Hêmin Eskender derbarê îmzekirina peymaneke ji bo pêkanîna hilbijartinên aştiyane de jî ragihand ku ew wekî Yekgirtûyê amade ne ku vê yekê bikin û wiha anî ziman:

"Belê, em amade ne ku di kampanyayê de bi rengekî ku hurmetê nîşanî hev bidin peymanekê îmze bikin û ji hemû partiyan re bi awayekî wekhev cihê bangeşeyê bê dayîn.

Komeleya Dadgeriyê: Bangeşe 20 roj in lê Herêma Kurdistanê mayînde ye

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinê ya Komeleya Dadgeriyê Bestûn Hemesalih ji Rûdawê re got:

Armanca me xizmetkirina Herêma Kurdistanê ye.

Bangeşe 20 roj in lê Herêma Kurdistanê herdemî ye û dê bimîne.

Rêya herî baş a meşandina kampanyayeke aştiyane, bicîhanîna yasayên komîsyonê ye."

Derbarê îmzakirina peymanekê ji bo pêkanîna aştiyane ya hilbijartinan Bestûn Hemesalih wiha axivî:

"Em amade ne peymaneke wiha îmza bikin û em amade her tiştî bikin ku di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê û serkeftina pêvajoya demokrasiyê de be."

Goran: Nabe di bangeşeyan de tundûtîjî hebe lê rexne pêwîst in

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Hewlêrê ya Tevgera Goranê Karzan Gerdî ji Rûdawê re got:

"Bi ti şêweyî nabe di bangeşeyan de tundûtîjî hebe. Rast e divê rexne hebin, rexneyên tund jî hebin.

Lê ne ku hevdû bişkînin û sînorên hev derbas bikin.

Divê di asta namzedan û bernameya karê partiyan de pêşbirk hebe, ne ku di asta girse û dengdêrên partiyan de.

Eger hemû dezgehên ragihandinê yên wekî Rûdawê bi awayekî akademîk namzetan bînin hemberî hev û li ser bernameya kar û xizmeta xwe têkoşîneke demokratîk bidin meşandin dê tiştekî baş be.”

Li ser îmzekirina peymaneke ji bo pêkanîna hilbijartinên aştiyane jî, Karzan Gerdî tekez kir ku ew wekî Goran amade ne ku vê yekê bikin û wiha pê de çû:

Her peymaneke ku doza birêvebirina bangeşeyeke aştiyane dike, em wekî Tevgera Goranê amade ne ku îmze bikin.”

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Guherîn û reform bi qerebalixiyê nayê kirin

Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê yê Bazneya Hewlêrê Hîwa Umer ji Rûdawê re got:

"Bingeha bernameya me ya bangeşeya hilbijartinê ew e ku hevdû neşikînin û heqaretê li hev nekin.

Guherîn û reform bi qerebalixiyê hinek kes û aliyan nabe û nayê kirin.”

Hîwa Umer derbarê îmzekirina peymaneke ji bo pêkanîna hilbijartinên aştiyane wiha anî ziman:

"Em amade ne ku peymanekê îmze bikin.

Ya girîngtir jî ew e ku xwesteka sereke ya hemû partiyan bangeşeyeke aştiyane be û ne tenê di gotinan de bimîne."

Rewta Helwêstê: Nabe bi şikandina hevdû re mijûl bibin

Nûnerê Rewta Helwêstê yê Hewlêrê Îdrîs Mihemed ji Rûdawê re got:

Nêrîna me zelal e û hemû namzedên me biryar daye ku exlaq di ser her tiştî re bigirin.

Em dê bi awayekî modern kampanyayê bidin meşandin û em dê pêvajoyê li ser esasê rêzgirtinê derbas bikin ku divê hûn di kampanyayê de peyama xwe bigihînin, ne ku yên din bişkînin."

Li ser îmzekirina peymaneke ji bo pêkanîna hilbijartinên aştiyane Îdrîs Mihemed axivî:

"Em bê guman amade ne ku vê peymanê îmze bikin û em soz didin gelê Kurdistanê ku em wekî Rewta Helwêstê tu carî di kampanyayê de binpêkirinan nakin û sînorên xwe derbas nekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst