EFRÎN - Çekdar malên Êzidiyan dirûxînin

25-09-2024
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Kurdên Êzidî Mal Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el-Rehmanê li gundê Erşqîbarê yê Efrînê malên 2 niştecihên Kurd ên Êzidî rûxandin.

Çavkaniyeke ku ji bo sedemên ewlehiyê nexwest nasnameya wê were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, "Çekdaran malên her du kesên bi navê Omer Şemo Memo û Sebrî Hemo Nasir rûxandin."

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku heta niha amûrên rûxandinê li ser her du malan karê têkdanê dikin.

Çavkaniya taybet her wiha diyar kir ku welatiyê Kurd ê Êzidî Omer Şemo Memo yê 66 salî havîna sala 2020î di nav mala xwe de bi destê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê hatibû kuştin.

Sebrî Hemo Nasir jî li derveyî welat penaber e.

Li gorî heman çavkaniyê, heta niha gundî nizanin ku grûpên çekdar çima her du malan hildiweşînin û dê li şûna wan çi ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî