PWK: Li îradeye Referandûma Serxwebûnê xwedî derkevin

25-09-2024
RÛDAW
Nîşan Referandûma Serxwebûnê Başûrê Kurdistanê PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê xwest ku li îradeye Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an xwedî derkeve.

Îro salvegera 7an a Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye.

25ê Îlona 2017an Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Ji sedî 72yê xelkê Başûrê Kurdistanê beşdarî Referandûmê bû û sedî 92,7ê wan dengê “Belê” da û got, “Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji Îraqê veqete.”

“Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê wazîfeyeke neteweyî ye”

PWKyê bi boneya salvegera referandûmê peyamek belav kir û got:

“Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!”

PWKyê bi bîr xist xelkê Başûrê Kurdistanê tevî hemû gef, zext, astengî, êriş û “planên derve û navxweyî” jî çû ser sindoqan û ji sedî 92,7an ji serxwebûnê re got “Erê”.

PWKyê diyar kir ku ev helwesta Kurdan, bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû û got:

“Di salvegera 7an a Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgiriyê li vê îradeya gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ye.

“Parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye”

Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Eşkere ye ku her êriş, dijminatî û helwesteke eskerî, siyasî û ragehandinî ya li dijî desthilatdarî û destkeftinên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ne di berjewendiyên gelê me de ye, ev ji planên  xerab ên xêrnexwazên gelê Kurdistanê re rê xweştir dike.

Em bangî hemû hêzên çekdarî û siyasî û hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin ku rêzê li desthilatdarî û selahiyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigirin.

“Hêza Pêşmerge û hemû dezgehên dewletbûnê bikin yek”

Hêvî û daxwaza me ji partiyên siyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke neteweyî, niştimanî li hemû destkeftiyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin, hêza Pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, bi pêş de bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst