Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî di salvegera Referandûma Serxwebûnê de peyamek belav kir û got, “Azadî tiştê herî biha yê hebûnê ye lewma berdêla wê giran e.”
Îro salvegera 7an a Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê malikeke helbesta Mutenebî ya bi Erebî belav kir û got:
“Eger hûn ketin nav rûmeta têkoşînê
Bi tiştekî kêmtirî stêrkan razî nebin.”
“Belê, em dixwazin ji Îraqê veqetin: Ji sedî 92,7”
25ê Îlona 2017an Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Ji sedî 72yê xelkê Başûrê Kurdistanê beşdarî Referandûmê bû û sedî 92,7ê wan dengê “Belê” da û got, “Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji Îraqê veqete.”
Îraq û hinek welatên cîran piştî Referandûmê zexteke mezin li başûrê welêt kir.
Wekî mînak, Îranê sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de girtin û Îraqê balafirgeh girtin.
Serok Barzanî di salvegera Referandûma Serxwebûnê de malikeke helbesta Mutenebî belav kir:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 25, 2024
📝 “Eger hûn ketin nav rûmeta têkoşînê
Bi tiştekî kêmtirî stêrkan razî nebin” pic.twitter.com/tPtId70pvR
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse