Li Semsûrê kesek hat girtin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” kesek hat girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê, duh bi hinceta “çalakiyên PKKyê” operasyonek li dar xist.

Tîmên cendirmeyan di operasyonê de bi ser malekê de girt û bi hinceta “endamtiya PKKyê” kesekî bi navê E.K. desteser kir.

Hêzên ewlehiyê E.K. bir Fermandariya Cendirmeyan û piştî karên îfadeyê ew veguhast Dadgeha Semsûrê.

Dadgehê derbarê E.K. biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.