THYyê geştên xwe yên Beyrûtê betal kirin

25-09-2024
RÛDAW
Nîşan Xetên Asmanî yên Tirkan (THY) Beyrût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Beyrutê de hatin betalkirin.

Saziya Xetên Asmanî yên Tirkan (THY) ragihand ku wê bi hinceta ewlehiyê geştên xwe yên Beyrûtê ji bo 5 rojan betal kirine.

Ji ber zêdebûna êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li Libnanê Saziya Xetên Asmanî yên Tirkan (THY) jî bi hinceta rîska ewlehiyê ji bo 5 rojan 26-27-28-29 û 30ê Îlonê geştên Beyrutê betal kirin.

Ev demeke dirêj e di navbera Tirkiye û Libnanê de tenê geştên bi roj dihatin kirin.

Îsraîl başûrê Libnanê û Beyrûtê bi tundî bomberan dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de hejmara kuştiyan derketiye 558an ku di nav wan de 50 zarok û 95 jin hene.

Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişan de hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîrsa Ebiyez da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran kes ji başûrê Libnanê ber bi bakurê wî welatî ve koç dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst