Çewlîg - Mînîbusa rêwiyan qeza kir: 13 kes birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke veguhastina rêwiyan qulibî û 13 kes birîndar bûn.
Li ser rêya parêzgehên Çewlîg û Amedê mînîbuseke rêwiyan ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku di encama bûyerê de 13 kes birîndar bûne.
Tîman birîndar birin nexweşxaneyên navçe û parêzgehê.
Derbarê rewşa tenduristiya kesên birîndar de ti zanyarî nehatine belavkirin.