Dîlok: Vînc bi ser karkerekî de ket

Duh li 06:22
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kar Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê vînc bi ser karkerekî de ket û di encamê de karkerê bi navê Furkan Bozkurt mir.

Li taxa Narlitepeyê ya navçeya Şahînbeyê di dema çêkirina avahiyekê de vînc bi ser karkerekî de ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînê karkerê bi navê Furkan Bozkurt li cihê bûyerê miriye.

Tîman termê wî ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî.

Hat ragihandin ku şofêrê vîncê û 2 kesên din hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst