Serok Barzanî: Em dê 20ê meha pêş me serkeftineke mezin bi dest bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di merasîma karnameya PDKyê de axivî û diyar kir ku dê PDK 20ê Çiriya Pêşînê serkeftineke mezin bi dest bixe.

Bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro dest pê kir.

Serok Mesûd Barzanî tevlî merasîma karnameya hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û diyar kir ku dê serkeftineke mezin bi dest bixin.

“Zimanekî tind bi kar neyînin”

Serok Barzanî di roja yekem a bangeşeya hilbijartinan di merasîma nasandina namzetên PDKyê de got:

“Ez ji endam û berpirs û dengdêrên PDKyê dixwazim ku di hilbijartinan de pir berpirsyarane tevbigerin û xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin.

Bi cesaret û hêza PDKyê em dê 20ê Çiriya Pêşînê serkeftineke mezin bi dest bixin.”

Serok Barzanî ji alîgir û endamên PDKyê xwest ku giraniya xwe biparêzin û bersiva kesên “bê berpirsyarane tevdigerin” nedin.

Serok Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan û êş û azarên gelê Kurd e û ji bo bidestxistina vê destkeftê PDKyê xwîneke mezin daye.

"Yê ku zimanê wî dirêj e, destê wî kurt e"

Serok Barzanî di berdewamiyê jî de wiha got:

"Baweriya me bi jiyana hevbeş heye û me ev yek di pratîkê de jî îspat kiriye.

Em dixwazin gelê Kurd kêfxweş bibe.

Ez ji we dixwazim ku di hilbijartinan de pir berpirsyarane tevbigerin û ji tundiyê û zimanê tund dûr bikevin.

Hişyar bin, xwe û partiya xwe biparêzin û bersiva kesên bêberpirsyar nedin, hay ji xwe hebin nekevin nava şerê aliyan.

Yê ku zimanê wî dirêj e, destê wî kurt e.”

“Pêşmerge bi îrade Kurdistan parastiye”

Serok Barzanî li ser rola Pêşmergeyan jî got:

“Pêşmerge darek e ku bi xwîna şehîdan û bi hêsirên dayîkên şehîdan hatiye avdan.

Pêşmerge ne bi biryara kesî ava bûye û ne jî bi biryara kesî ji nav diçe.

Pêşmerge bi îrade Kurdistan parastiye.”

Berpirsê Şaxa 26an a PDKyê Kirmanc Îzet bû mêvanê Bultena 12an a Rûdawê û diyar kir ku PDK dê bi merasîmekê karnameya xwe ya hilbijartinan eşkere bike.

Li gorî gotina Kirmanc Îzet Serok Barzanî dê di merasîmê de gotarekê pêşkêş bike.

Bangeşeya hilbijartinan dê heta 15ê Çiriya Pêşînê berdewam bike.

Ji bo xula 6an a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hezar û 191 kesî xwe wekî namzet nîşan daye.

823 namzet mêr û 368 namzet jî jin in. Hemû namzet ji bo 100 kursiyên Parlamentoyê rikeberiyê dikin.

5 kursiyên pêkhateyan ên Xirîstiyan û Tirkmenan e. 38 kesî jî xwe ji bo 5 kursiyan kiriye namzet.

Her wiha 20 namzet ên Tirkmenan û 18 namzet jî yên Xirîstiyanan e.