Parêzgarê Silêmaniyê hişyarî da: Em naxwazin bibin Xeze!

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekîr ragihand ku Nêçîrvan Barzanî xwediyê wê hişmendiyê hemû partiyan di bin banekê de bicivîne û got, "Baweriya me bi wî heye.”

Heval Ebûbekir got jî, “Em naxwazin bibin Ukrayna, Libnan û Xeze.”

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekîr bû mêvanê bernameya “Rûdawa Îro” ya ku Niwêner Fatîh pêşkeş dike û li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Silêmaniyê zanyarî dan.

Heval Ebûbekîr tekez jî kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Silêmaniyê ji bo aştiya civakî girîng e û wiha got:

“Serdana Serok a Silêmaniyê gelekî girîng bû û me behsa gelek babetan kir, bi taybetî jî parastina aramî û aştiya bajêr û di pêvajoya bangeşeyê de rêlibegirtina hewlên têkdana ewlehî û aramiyê.”

“Baweriya me bi Serokê Kurdistanê heye”

Ebûbekîr eşkere kir ku dema Nêçîrvan Barzanî çi bi welatên dost û hevpeymanên û çi dema hevdîtinên navxwe dike ew hemû li ser şêweya pêwendîdanîna wî, li ser nêrîn, stratejî û li ser awayê karkirina wî hemfikir in û baweriya wan bi Nêçîrvan Barzanî heye.

Parêzgarê Silêmaniyê destnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî hêz û şiyana wê yekê heye ku hemû aliyên Herêma Kurdistanê nêzîkî hev bike û got:

“Nêçîrvan Barzanî ji bo armancên hevpar, xwediyê şiyana afirandina stratejî û gotineke hevbeş e.

Lewma me ji wî xwest ku vê rola xwe ya çalak bilîze.”

Ebûbekîr eşkere kir ku ambargoya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî rojeveke din a civînê bû û wiha domand:

“Berê jî me Nêçîrvan Barzanî derbarê Balafirgeha Silêmaniyê hewl dabû.

Me di hevdîtinê de ji wî xwest ku yekem ji ambargoya li ser Silêmaniyê re çareseriyeê bibîne û ya duyemîn jî bi helwest û berpirsyariya xwe xebatên li balafirgehê zêdetir pêş bixe.”

Heval Ebûbekîr da zanîn ku mijareke din a ku wan di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de behs kiriye êrişên asmanî yên li Silêmaniyê bûn û got:

“Me ji Serokê Herêma Kurdistanê xwest ku di çareserkirina van pirsgirêkan de rola xwe bilîze.”

"Em naxwazin bibin wekî Ukrayna û Xezeyê"

Derbarê rewşa Silêmaniyê jî Ebûbekîr got, “Di demekê de şerê cîhanê yê sêyemîn li ber derî ye, em nikarin vê rewşê bidomînin.

Ez dixwazim li vir du mînakan bînim ziman. Eger em haydar nebin, rewşa yekem dê me jî wekî Zelensky ber bi şerekî ve bibe û bike Ukrayna.

Mînaka din jî dikare rewşa me bike wekî Xezeyê û Hemasê. Ev du mînakên zelal in ku li ber çavên me diqewimin.

Em naxwazin bibin Ukrayna, Libnan û Xeze. Em wekî Kurdistanê dixwazin ji vê rewşa şer û pevçûnan dûr bikevin.

Em têgihiştineke aqilane dixwazin, em jiyaneke birûmet dixwazin. Divê azadî û rûmeta mirovan bê parastin.

Divê em wekî partiyeke siyasî yan jî kesayetî li pey tiştên tenê di berjewendiyê xwe de ne nekevin.”