Li 27 bajaran hezar û 29 koçber û 84 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 27 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hezar û 29 koçber û 84 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zexta li ser koçberan zêde bûye û hêzên ewlehiyê bi berdewamî operasyonan li dar dixin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, li 27 bajaran li dijî koçber û qaçaxçitiya koçberan operasyona “Kalkan-27”ê hat lidarxistin.

Di operasyona ku 4 rojan berdewam kir de hezar û 29 koçber û bi tohmeta “qaçaxçitiya koçberan” 84 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê hezar û 29 koçber radestî navendên vegerandinê kirin da ku bên vegerandin.

Ji 84 qaçaxçiyan 25 bi biryara dadgehê hatin girtin, 7 bi şertên kontrola dadî hatin berdan û 52 kes jî piştî karên îfadewergirtinê hatin berdan.

Operasyona li dijî koçberan li parêzgehên Îzmîr, Edîrne, Kocaelî, Mugla, Antalya, Stenbol, Kirklarelî, Konya, Edene, Amasya, Aydin, Bîlecîk, Bayburt, Karaman, Osmaniye, Eskîşehîr, Qeyserî, Nigde, Ordu, Sakarya, Samsun ên Tirkiyeyê û parêzgehên Bêdlîs, Erzingan, Wan, Dîlok, Colemêrg û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.