Şaredariya Bêgiriyê ji bo jinan navendek vekir
Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê, navendeke taybet ji bo jinan vekir û dê li wê navendê ji bo jinên navçeyê piştevaniyên pîşesazî û derûnî bên dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku Şaredariya Bêgiriyê li navçeyê "Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sînemxanê" vekiriye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ew navend taybet ji bo jinan e û got:
“Şaredariya Bêgiriyê, xebatên xwe yên taybet li ser jinê didomîne û Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sînemxanê vekir.
Navend ji aliyê Şaredariya Bêgiriyê ve hatiye çêkirin. Li Navendê hemû piştevaniyên pîşesazî û psîkolojîk ji jinan re tên dayîn.
Li navenda ku kursên cûr bi cûr lê hene,ji bona zarokan jî cihê lîstikan hatiye çêkirin.”
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî beşdarî merasîma vekirina navendê bû û got ku ew dê dubare şaredariyan bixin xizmeta jinan.
Piştî merasîma vekirinê, hevşaredaran û kesên li wê derê amade li navendê geriyan û li ber muzîkê govend gerand.
📺li Bêgiriyê vekirina "Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sinemxan"
— T.C. Van Büyükşehir Belediyesi (@vanbuyuksehirbb) September 24, 2024
Şaredariya Bêgiriyê, xebatên xwe yên taybet li ser jin didomîne û Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sinemxan'ê vekir.
Navenda ku tev ji aliyê Şaredariya Bêgiriyê hatiye çêkirin, bi beşdariya… pic.twitter.com/N7eFcgKyDw