EFRÎN – Darên zeytûnan ber girt: 'Her roj zeytûnên Kurdan tên dizîn'

Hewlêr (Rûdaw) - Darzeytûnên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ber girtiye û li ber werzê daweşandinê ne.

Bi gihîştina zeytûnan dizî û talankirina berhemên cotkarên Kurd ji aliyê grûpên çekdar, Ereb û Tirkmenên hawirde ve dest pê kiriye.

Herî dawî, di vîdeoyekê de medyakarekî Ereb belav kiriye ku berhemê 60 darzeytûnên kalekî Kurd bi temamî hatine dizîn.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, pîremêrê Kurd xelkê gundê Sînkayê ye û navê wî Henan Cawîş e û temenê wî jî 69 sal e.

Zeytûnên wî ji aliyê çekdarên Siltan Mûrad ve hatine dizîn û ji bo guvaştekeke zeytûnan ê li Ezazê hatine birin.

“Zeytûnan derbasî Tirkiye û Ewropayê dikin”

Li ser mijarê Serokê Platforma Efrînê Xilûsî Omer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman:

“50 darên Ebû Reşad bi şev hatine dizîn. Her roj zeytûnên Kurdan tên dizîn. Milet ji xew radibe diçe nav zeytûnên xwe dibîne ku hatine dizîn.

Ev 5 sal in ev rewşa heye ev e. Zeytûnan dibin Raco, Efrîn û Ezazê difiroşin, derbasî Tirkiye û Ewropayê dikin.”

Ji bilî talankirina berhemên cotkarên Efrînê bi sedhezaran darzeytûnên wan hatine birîn.

Li gorî amarên fermî, berî dagirkirina Efrînê, zêdetirî 22 milyon darzeytûn li Efrînê hebûn, ji wan nêzîkî 2 milyon darzeytûn ji aliyê çekdar û hawirdeyan ve hatine birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê roja 13ê Îlonê, çekdarên Artêşa Niştimanî, 75 darzeytûnên welatiyê Kurd Henan Hesen li gundê Sehrîncekê birîne.

Piştî ku çekdaran darzeytûn daweşandine û berhemên wan talan kirine, ew darzeytûn birîne.

Roja 5 Îlonê jî, hejmarek çekdarên opozîsyona Sûriyeyê 10 darzeytûnên welatiyê Kurd Şêx Mûsa Nasan ê ji gundê Qestela Kişkê birîne.

Rêjeya Kurdan daketiye ji sedî 25an

Li gorî rapor û amarên rêxistinên mirovî, piştî dagîrkirina herêma Efrînê, demografiya wê bi rêjeya heta ji sedî 80 hatiye guhertin û rêjeya Kurdan nêzîkî ji sedî 98an daketiye nêzîkî ji sedî 25an.

Dîmen ji gundê Qilkê yê herêma Efrînê ye wekî ku di dîmenan de diyar dibe, hejmara konên Ereb û Tirkmenên ji malên gundiyan zêdetir e.

Herwiha 12 malên gund xwediyên wan hatine koçberkirin, ji aliyê çekdaran ve hatine desteserkirin û hawirde di wan de hatine bicihkirin.