Navê nû yê Partiya Çepên Kesk diyar bû

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çepên Kesk Partiya Gelan a Demokratîk Navê Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navê nû yê Partiya Çepên Kesk bû “Partiya Gelan a Demokratîk.”

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk, biryar da ku navê nû yê partiyê bibe Partiya Gelan a Demokratîk.

Partiya Çepên Kesk 11ê Îlonê konferansek li dar xistibû û di vê konferansê de ji bo partiyê gelek nav hatibûn pêşniyarkirin.

Li gorî nûçeya ArtiTVyê, ji nav wan navên ku hatibûn pêşniyarkirin navê Partiya Gelan a Demokratîk hat hilbijartin.

 Di konferansa Partiya Çepên Kesk a di 11ê Îlonê de nêzîkî 20 nav hatibûn pêşniyarkirin.

Hin navên ku hatibûn pêşniyarkirin: Partiya Gelan a Demokratîk (DHP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), Partiya Wekheviya Gelan (HEP), Partiya Civaka Azad (OTP), Partiya Jiyana Azad (OYP), Partiya Jiyana Nû (YYP) .

Li aliyê din, heta niha ji Partiya Çepên Kesk li ser mijarê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku ji ber qedexeya li ser nikaribû bikeve hilbijartinan, bi navê Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê bûbû.

Partiya Çepên Kesk di Parlamentoya Tirkiyeyê de xwedî 62 kursiyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst