Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 14 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 14 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 17-24ê Îlona 2023yan de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 23 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfadeyê, ev 23 kes şandin Dadgeha Wanê.

Dadgehê biryara girtina 14 kesan da.