Li Kilîsê di heman rojê de 4 malbat pev çûn: 12 kes birîndar in

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kilîs Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên cuda yên pevçûna malbatan de 12 kes birîndar bûn.

Li navçeya Eliyê Mentarê ya parêzgeha Kilîsê 2 malbat bi hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li gundê Beylerbeyiyê yê navçeya Eliyê Mentarê bi sedema ku traktorê zerer daye boriya avdanê di navbera 2 malbatan de alozî derket.

Her du malbatan piştre bi kevir û daran êrişî hev kir û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambûlansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Hêzên ewlehiyê li gund tedbîr zêde kirin û wan di nav gund de dest bi lêpirsînê kir.

Malbatan bi kêr û çekan êrişî hev kir

Her wiha li heman parêzgehê şeva borî di navbera 2 malbatên din de jî alozî derket.

Her du aliyan bi kêr û çekan êrişî hev kir û di encamê de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li taxa Ekrem Çetînê zarokên 2 malbatan li hev xist.

Piştre da ku bûyer mezin nebe mezinên her 2 malbatan civiyan lê di navbera wan de alozî derket û wan bi çek û kêran erişî hev kir.

Di encamê de kesek bi çekê û kesek jî bi kêrê birîndar bû.

Dema gumanbaran dixwest ji cihê bûyerê birevin, otomobîla wan li kesekî bi navê M.Ç qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û her sê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya M.Ç ne baş e.

Piştî bûyerê 3 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst