PWK: Xwedîderketina li referandûma serxwebûnê wazîfeyeke neteweyî ye

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Welatparêzên Kurdistanê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Başurê Kurdistanê PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku “Xwedîderketina li îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!”

Îro 6emîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye û Partiya Welatparêzên Kurdistanê bi vê boneyê peyamek belav kir.

PWKyê bi bîr xist ku xelkê Başûrê Kurdistanê, 25ê Îlona 2017an di referandûmê de zêdetirî ji sedî 72ê dengderan çûne ser sindoqan û ji sedî 92,7ê beşdaran dengê ‘Belê’ da û wan xwest ji Îraqê cihê bibin.

“Gelê Başûrê Kurdistanê ji serxwebûbê re got erê”

Di daxuyaniya xwe de PWK dibêje, “Gelê Başûrê Kurdistanê, tevî hemû tehdît, zext, astengî, êriş û planên qirêj ên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’.

Ev helwesta gelê me, herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû.”

PWKyê diyar dike ku ew hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku ew piştgiriyê li îradeye gelê Kurd dikin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ne. Nimûne û nîşana îradeya xwe îdarekirina gelê Kurdistanê ye.

Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû Kurdên her çar perçeyên Kurdistanî û cîhanê ye.

Eşkere ye ku her êriş, dijminatî û helwesteke eskerî, siyasî û ragehandinî ya li dijî desthilatdarî û destkeftinên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ne di berjewendiyên gelê me de ye, ev xizmeta dijmin û xêrnexwazên gelê Kurdistanê dikin.

Em bangî hemû hêzên çekdarî û siyasî û hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin, da ku rêzê li desthilatdarî û selahiyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigirin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên siyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin û hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.”

Pêvajoya Referandûmê

Roja 7ê Hezîrana 2017an li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê, bi serokatiya Serok Barzanî bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civînek hat lidarxistin.

Di vê civînê de roja 25ê Îlona 2017an wekî roja sazkirina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat diyarkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Rencder û Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Pêşveçûn û Çaksaziyê ya Kurdistanê, Lîsteya Tirkmenan a Hewlêrê, Eniya Tirkmenên Îraqê (ITC), Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya Ermenî ya Parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Asûrî û Meclîsa Asûrî û Keldanî beşdarî vê civînê bûn.

Hikûmeta Navendî ya Îraqê û welatên cîran li dijî biryara referandûmê derketin.

Li aliyê din, hemû Kurdên cîhanê piştgirî da Referandûma Serxwebûna Kurdistanê.

400 çavdêrên biyanî û 2 hezar çavdêrên xwecihî di pêvajoya referandûmê de amade bûn.

Herwiha 159 dezgehên ragihandinê yên biyanî û 500 dezgehên ragihandinê yên herêmî ji nêz ve pêvajo şopand.

Di referandûma serxwebûnê de ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin, ji dengderan hat pirsîn, “Hûn dixwazin navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê serbixwe bin?”

Di referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ku di 25ê Îlonê de hat kirin, mafê dengdanê yê 4 milyon û 561 hezar û 255 kesan hebû.

3 milyon û 305 hezar û 925 kes ji wan jî çûn ser sindoqan.

Ji sedî 72yê xelkê beşdarî referandûmê bû û 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê “Erê” da.

Di referandûmê de ji sedî 92,73 dengê “Erê” derket.

Hin welat bi taybetî Îraq, Tirkiye û Îran li dijî referandûmê û encamên wê derketin. Herwiha Amerîka û hin welatên din jî li dijî derketin.

Endamên polîtburoya PDK û YNKyê 15ê Çiriya Pêşîn a 2017an li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê Îraqê Fuad Masûm de hatin cem hev.

Wan ragihand ku “Hêzên Kurdistanê di rewşa niha de amade ne ku li gorî prensîbên destûrî û berjewendiyên Bexda û Hewlêrê bê merc danûstandinan bikin.”

Ambargoya li ser Kurdistanê

Parlamentoya Îraqê biryara redkirina encamên referandûmê derxist.

Serokwezîrê Îraqê yê wê demê Heyder Ebadî xwest ku “Îraq ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe û şerê li dijî tevgerên cudaxwaz hemû tedbîrên pêwîst bigire”.

14ê Îlonê rêveberiya Bexdayê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku piştgirî dabû referandûmê ji kar dûr xist.

Piştî hevdîtinên di navbera Bexda, Enqere û Tehranê de, gefa dorpêçên aborî û ambargoyê li Herêma Kurdistanê hat xwarin.

Enqereyê esmanê xwe ji ber Herêma Kurdistanê girt û geştên ber bi balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî qedexe kirin.

Li aliyê din Îranê deriyên xwe yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re girtin.

16ê Çiriya Pêşîn a 2017an bi vekişîna hin yekîneyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve, artêşa Îraqê û Heşda Şeibî ber bi navçeyên Kurdistanî û di serî de ber bi Kerkûk û Xurmatûyê ve çûn.

Piştî ku ew hêz derbasî nav Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî bûn, malbatên Tirkmen û Ereb ên ku piştgirî dabû referandûmê û herwiha bi dehan hezar Kurd neçar man malên xwe biterikînin.

Serkeftinên dîplomatîk

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re Kanûna Pêşîn a 2017an li ser vexwendina Fransayê çû Parîsê.

Nêçîrvan Barzanî, li Koşka Elyseeyê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Fransayê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn piştgiriyeke dîplomatîk da Herêma Kurdistanê.

Fransayê ji Bexdayê xwest ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bide.

Macron ji bo asayîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bû navbeynkar.

Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî jî di encama dîplomasiya xwe de şerê navxweyî yê ku dê li Îraqê bibûya sedema karesateke mirovî ya mezin rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst