Salihê Heydo: Rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê baş e

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û folklornasê Kurd Salihê Heydo ragihand ku rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê baş e.

Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê ku duh dest pê kiribû, îro jî berdewam kir.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê 120 nivîskar rewşenbîrên Kurd beşdar bûn.

Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê festîvaleke salane ye û wekî salên din îsal jî ji Rojavayê Kurdistanê nivîskar beşdar bûn.

Di festivalê de gelek mijarên wêjeya klasîk a Kurdî, efsane û mîtolojiya Kurdî û bandora wê li ser gelê Kurd hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di festîvalê de hinek semînar jî hatin lidarxistin.

Yek ji beşdaran lêkolîner û folklornasê Kurd Salihê Heydo bû.

Salihê Heydo beşdarî bultena Rûdaw bû û got ku rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di asteke baş de ye û bi sedan pirtûkên Kurdî hatine çapkirin.

Bi gotina Salihê Heydo li Rojavayê Kurdistanê, nifşekî ku li ser çand û zimanê Kurdî perwerdê dibîne heye.

Salihê Heydo da zanîn ku ew ew li her çar perçeyên Kurdistanê geriyaye û got: “Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî niha di qonaxeke baş de ye.”

Lêkolîner û folklornasê Kurd herwiha eşkere kir ku li ser mamosteyên Zanîngeha Rojava fêrbûna zimanê Kurdî hatiye ferzkirin.