Tirkiyeyê hunermendekî Efrînî dersînor kir

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mihemed Çawîş Efrîn Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê hunermendekî Kurd ê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dersînor kir.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji bajarê Efrînê ji Rûdawêre ragihand ku Tirkiyeyê hunermendê Kurd ê bi navê Mihemed Çawîş dersînor kiriye.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku hunermendê Kurd Mihemed Çawîşê ku li Stenbolê dima, di 3yê Nîsana 2023yan de hatibû girtin.

Piştî ku Mihemed Çawîş ji girtigehê hat berdan, di çarçoveya vegerandina penaberên Sûriyeyê de bi malbata xwe re hat dersînorkirin û ew şandin Efrînê.

Hunermend Mihemed Çawîş ku wekî Bavê Wehîd jî tê naskirin, ji bajarokê Miratayê yê Efrînê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst