Li Çewlîgê erd hejiya

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Korxolê ya Çewlîgê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Korxolê ya Çewlîgê di demjimêr 23:18an de çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 3,9 pile bûye.

AFADê herwiha destnîşan kir ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4,0 e û kûrahiya wê jî 5 kîlometre ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst