Supaya Pasdaran a Îranê Biradost topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw) – Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê di roja duyemîn de topbarankirina sînorên Biradost-Sîdekan berdewam dikin û welatî neçar kirin ku malên xwe biterikînin.

Rêveberê bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, “Îranê ev du roj in sînorê hejmarek gundên herêmê topbaran dike û ev yek jî bûye sedema tirsa bazirgan û gundiyan. Hejmarek malên koçer û cotkar ji tirsa canê xwe dest ji karên xwe berdane.”

Îhsan Çelebî diyar kir ku deverên ku têne topbaran kirin Berbizîn, Seqer, Gerûy Sîngan û Derhoren e, li van deran di vê dema salê de ajeldar û cotkar dijîn.

Hat diyarkirin ku heta niha ziyaneke canî çênebûye lê qadeke mezin a pûş û berhemên welatiyan şewitîne.

Supaya Pasdaran a Îranê duh Şemiyê jî heman herêm topbaran kiribû.

Supaya Pasdaran a Îranê roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li “herêma bakurê Iraqê” dest bi operasyonê kirine û dê di parastina ewlehiya sînorên xwe de berdewam bin.