Firokeyên Tirkiyê sînorê Akrê û Amêdiyê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê çend caran sînorê Akrê û Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Qaymeqamê Akrê yê bi wekalet diyar kir ku ti ziyanên canî çênebûne.

Qaymeqamê Akrê Şeban Berwarî îro Yekşemê 25ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, bombebaran şeva borî di demjimêr 23:30an de hatiye kirin û li sînorê gundên Kurtka û Mîrgereş ên navçeya Dinarteyê pêk hat, ziyanên canî çênebûne.

Welatiyekî ji gundê Meristekê Remzî Sergelî li ser bombebarana firokeyên Tirkiyê ji Rûdawê re ragihand ku di navbera demjimêr 23:00 û 03:00an de çendîn caran quntarên Çiyayê Metînê hatine bombebarankirin.

Remzî Sergelî bi lêv kir ku ev nêzîkî 3 mehan e firokeyên Tirkiyê gundên ser bi Çiyayê Metînê bombebaran dikin, her çend ti ziyanên canî çênebûne lê bombebaranan tirseke mezin xistiye dilê xelkê, bi taybetî zarokan.

Li gorî agahiyên nûçegîhanê Rûdawê Nasir Elî li Duhokê, ji ber bomberana firokeyên Tirkiyê agir bi daristanên gundên quntara Çiyayê Metîn ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.

Bombebaran firokeyên Tirkiyê di demeke wisa de hate kirin ku Artêşa Pasdarên Îranê jî duh Şemiyê 24ê Îlona 2022an ragihand ku ew dê bi “bombebaran û topbaran” operasyonekê li ser Herêma Kurdistanê bidin destpêkirin û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kirin ku dûrî baregehên partiyên li dijî Îranê bin.