Galeriya wêneyan

25-09-2022
22 Photos

Li Duhokê 15. Festîvala Tirî û Hingiv tê lidarxistin. 20 cotkarên tirî û 20 mêşvanên hingiv ên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê dê berhemên xwe nîşan bidin.

Duhok di warê berhemanîna tirî de parêzgeha herî bi nav û deng a Herêma Kurdistanê ye, koleja çandiniyê ya Duhokê bi alîkariya çend cotkarên wê parêzgehê kariye 12 berhemên nû yên tiriyê berhem bînin ku tenê li Duhokê hene.

Zêdetirî 110 cureyên cuda yên tirî li Duhokê tên berhemanîn û cotkar hene ku bi tena serê xwe 30 cureyan berhem tîne.

Li gor amarên Rêveberiya Baxdariyê ya Duhokê, li parêzgeha Duhokê 38 hezar û 758 donim zevî bi darmêw hatine çandin û berhema salane zêdetirî 77 hezar tonan e.