Li Erzerom, Erdexan û Qersê berfa salê bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê yekem berfa salê bariya.

Li navçeya Paltokanê ser bi parêzgeha Erzeromê berfa yekem a salê barîya.

Li vê navçeya ku yek ji navendên herî giring a werzîşên Kaşûnê ye cihênd bilin bi berfê spî bûn.

Barana ku du roj bûn li wê deverê dibariya derengê şeva borî veguherî berfê û erd spî kir.

Welatiyên navçeyê dibêjin piştî germa havîna îsal ji nişka ve sarbûna hewayê û barîna berfê bo wan surprîz bû.

Li Erdexan û Qersê cihê bilind ji berfê spî bûn

Barîna barana ku duh li Erdexanê bi bandor bû, ber bi sibehê ve li cihên bilind berf barî û girên derdora bajêr spî bûn.

Li Zozanê Bilbilanê ya di navbera Erdexan û Artvînê de jî berf bariya.

Li aliyê din li parêzgeha Qersê jî barana ku ev 2 roj in dibariya ber destê sibehê veguherî berfê.

Ji ber berfa ku li deverên bilind bi bandor bû hin çiya spî bûn.