Parêzgariya Amedê derbarê lîstika Amedspor-Bursaspor de daxuyanî da

25-09-2022
RÛDAW
Nîşan Amedspor Parêzgariya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Parêzgariya Amedê derbarê lîstika futbolê ya navbera herdu tîmên futbolê yên Amedspor û Bursasporê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji bo lîstikê hemû tedbîr hatine girtin û tekez hatiye kirin, têkildarî dîmenên di medyaya civakî de û wêneyê li ser cilûbergên hejmarek temaşevanên lîstikê, hêzên ewlekariyê demildest destwerdan kirine û derbarê kesên pêwendîdar de tedbîrên qanûnî hatine destpêkirin.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje, “Derbarê lîstika Bursaspor-Amedsporê de ya ku li bajarê me hat lîstin, hemû tedbîr hatin girtin. Lê belê bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin ku dîmenên li ser medyaya civakî bi cil û bergên temaşevanan derbasî stadyumê bûne û hêzên me yên ewlehiyê demildest mudaxele kirine û derbarê kesên pêwendîdar de tedbîrên qanûnî hatine destpêkirin.”

Îro her du tîmên Amedspor û Bursasporê li bajarê Amedê ku bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê têde amade bûbûn, hatin hemberî hev.

Lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat û wê tîma bajarê Amedê 3 puan bidest xistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst