Li Cindirês a Efrînê çekdaran kalemêrekî Kurd îşkence kirin

25-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Ehrar El-Şerqiye kalemêrek li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê îşkence kirin û niha rewşa wî ya tendirustî ne baş e.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, “roja Înê 23ê Îlonê çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve êrîşî welatiyê Kurd ê bi navê Ebdo Murad Ehmed ê 75 salî li navçeya Cindirêsê kirine.”

Ibrahîm Şêxo got, “piştî ku kalmêrê Kurd Ebdo Murad Ehmed red kiriye çekdar baxçeyê wî yê zeytûnan talan bikin, ew îşkence kirine.”

Şêxo dibêje, dema ku wî welatî ji çekdaran xwestiye ji erdê wî derkevin, êrîşî wî kirine û bi tundî lê xistine û niha li nexweşxaneyeke Efrînê tê dermankirin lê rewşa wî ya tendirustî ne baş e.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja 7ê Îlonê jî li Taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê, çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye 400 darên zeytûnan birrîbûn û dest danîbûn ser zeviyekî milkê welatiyekî Kurd ê ji gundê Kefir Şîlê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst