Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser amade ye mohleta fêrkirina zimanên biyanî bide dibistan û peymangehên taybet, lê ew rê nade ku programên hikûmeta Sûriyê yê perwerdeyê bên bikaranîn. Mamoste û pisporên perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê helwestên cuda derbarê vê biryara Rêveberiya Xweser de nîşan didin.
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser daxwaza xwedanên dibistanên taybet ji bo fêrkirina programên hikûmeta Sûriyê yên xwendinê red kir.
Çavkaniyeke agahdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ji şanda xwedanên dibistanên taybet re gotiye ew amade ye mohleta fêrkirina zimanên biyanî bide, lê rê nade ku programên hikûmeta Sûriyê bên bikaranîn.
Hatim Şêxê mamosteyeke ji bajarê Qamişlo ku çendîn sala karê perwerdeyê kiriye, ji Rûdawê re axivî û rexne li wan aliyan girt ku programên Rêveberiya Xweser red dikin.
Mamoste Hatim Şêxê dibêje: “Ma gelo ew ne li Sûriyê mezin bûne, em hemû çûn dibistan û zanîngehên rejîmî. Em baş dizanin îdeolojiya wan gihîşte çi astê. Gelo ew kesên van daxwazan li vê derê dikin, li Efrînê jî dikin. Ew ji bo zimanê xwe israr dikin an na. Gelo ew bawernameyên li Efrînê têne dayîn îtiraf pê tê dayîn an na.”
Pisporê geşepêdana mirovî Şikrî Yûsif jî ji Rûdawê re got, tirsa sereke ji wê yekê ye ku îtîraf bi bawernameyên Rêveberiya Xweser nayê kirin.
Pisporê Geşepêdana Mirovî Şikrî Yûsif got: “Bi rastî îro girtina dibistanên taybet ji bo me tişteke nexweş e. Em vê yekê ne ji bo zimanê Kurdî dibêjin, em baş dizanin divê herkes xwe fêrî ziman Kurdî bike. Ew zimanê dayîkê ye û divê kurs bêne vekirin. Lê li ba xelkê ew tirs heye ku sibe îtiraf bi van medreseyan (dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser) neyê dayîn û zarok bê bawername bimînin. Divê li dibistanên taybet jî dersên Kurdî bêne danîn.”
Lê Hatim Şêxê ji Rûdawê re got, bawernameyên hikûmeta Sûriyê jî tên kirîn.
Li Sûriyê çar prohramên cuda yên xwendinê tên bikaranîn. Ji bilî programê hikûmeta Sûriyê, li navçeyên Rêveberiya Xweser programên taybet ên Rêveberiyê, li parêzgeha Idlibê programên hikûmeta Desteya Tehrîr el-Şam û li navçeyên li jêr destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê programên hikûmeta demkî tên bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse