Babacan li Sêrtê axivî: Careke din Musa Anter kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Peşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di mîtînga partiya xwe ya li Sêrtê de axivî û got, "Em dê destûrê nedin tu kesên din vî welatî vegerînin salên 1990î." Babacan herwiha doza rewşenbîr û rojnamevanê Kurd Musa Anter bibîr xist û got: “Careke din gule berdan Mûsa Anter. Doza Anter jî bû qurbaniya zilma bêcezakirinê'. Mîna dozên JÎTEMê, mîna Roboskî, mîna doza Şenyaşar.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê îro 25ê Îlona 2022yan beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir.

Alî Babacan anî ziman ku her welatiyek ji nasnameya xwe ya etnîkî, bawerî û mezhebî çi dibe bila bibe hemwelatiyê vî welatî wekhev û birûmet e û got ku ew wek partî ji bo “Tirkiyeyeke azad û dewlemend” ketine rê û ew dê li gorî qanûnê tevbigerin.

Babacan diyar kir ku bingeha aboriyê hiqûq, edalet, azadî û demokrasî ye û got ku ew dê alîkariyên civakî bigihînin her kesê ku hewcedar be.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê wiha axivî: “Çete, mafya tê wateya Tirkiyeya salên 1990î. Salên 90î tê wateya kujernediyar in. Em dê destûrê nedin tu kesên din vî welatî vegerînin salên 1990î. Careke din gule berdan Mûsa Anter. . Doza Anter jî bû qurbaniya zilma bêcezakirinê'. Mîna dozên JÎTEMê, mîna Roboskî, mîna doza Şenyaşar. Em li hemberî kesên ku hewl didin vî welatî vegerînin salên 90î li ber xwe didin. Ji bo me mijara sereke ew e ku dewleta hiqûqê ava bikin. Mijara sereke ev e; dewlet ji çeteyan bê paqijkirin.”