Îro 5mîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê ye

25-09-2022
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referanduma Serxwebûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 5mîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê ye ku ji sedî 93ê xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê têde bi dengê Erê piştgirî dan serxwebûna Herêma Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî îro di peyamekê de li Duhokê ji bo salvegera referanduma Başûrê Kurdistanê got, “Îro rojeke dîrokî ye, ez dest û çavên wan kesên ku xwe neçemandin û naçemînin maç dikim.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir, “Dîroka gelê me tijî êş û jan e” û destnîşan kir, “Nabe em xwe ji kesî zêdetir bihesibînin û xwe ji kesî kêmtir bibînin.”

Biryara dîrokî

Roja 7ê Hezîrana 2017an li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve civînek bi serokatiya serok Mesşd Barzanî bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re hat lidarxistin û têde roja 25ê Îlona 2017 weke roja sazkirina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat diyarkirin.

Di civînê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizutnewe), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Rêncder û Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Pêşveçûn û Çaksaziyê ya Kurdistanê, Lîsteya Tirkmen a Hewlêrê, Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC), Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya Ermenî ya Parlamentoya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk a Asûrî û Meclîsa Asûrî û Keldanî beşdar bûn.

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û welatên cîran li dijî biryara referandumê derketin.

Di pêvajoya referanduma dîrokî de ku ji aliyê hemû Kurdên cîhanê ve hat piştgirîkirin, 400 çavdêrên biyanî û 2000 çavdêrên xwecihî amade bûn, 159 dezgehên ragihandinê û 500 dezgehên ragihandinê yên herêmî ji nêz ve pêvajo şopandin.

Di referanduma serxwebunê de ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat kirin, ji dengderan hat pirsîn, “Hûn dixwazin navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê serbixwe bin?”

Di referanduma Serxwebûna Kurdistanê de ku di 25ê Îlonê de hat kirin, 4 milyon û 561 hezar û 255 kesan mafê dengdanê hebû û 3 milyon û 305 hezar û 925 kes ji wan jî çûn ser sindoqan. Ji sedî 72ê xelkê beşdarî referandumê bûn û 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan dengê “Erê” dan. Di referandûmê de ji sedî 92,73 dengê “Erê” derket.

Hin welat bi taybetî Iraq, Tirkiye û Îran li dijî encamdana referandumê û encamên wê derketin. Herwiha Amerîka û hin welatên

Endamên polîtburoya PDK û YNKê di 15ê Cotmeha 2017ê de li navçeya Dukan a Silêmaniyê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fuad Masûm de hatin cem hev û ragihandin, “Hêzên Kurdistanê di rewşa niha de amadene li gor prensîbên destûrî û berjewendiyên Bexda û Hewlêrê bê merc danûstandinan bikin.”

Ambargoya li ser Kurdistanê

Parlamentoya Iraqê biryara redkirina encamên referandumê derxist. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî daxwaz kir ku “Iraq hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe û şerê li dijî tevgerên cudaxwaz”.

Di 14ê Îlonê de rêveberiya Bexdayê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku piştgirî dabû referandumê ji kar dûrxistibû.

Piştî hevdîtinên di navbera Bexda, Enqere û Tehranê de, gefa dorpêçên aborî û ambargoyê li Herêma Kurdistanê hat xwarin.

Enqere esmanê xwe li ser Herêma Kurdistanê girt û geştên ji bo balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê jî qedexe kir. Li aliyê din Îranê deriyên xwe yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re girtin.

Di 16ê Cotmeha 2017an de bi vekişîna hin yekîneyên ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi navçeyên Kurdistanî û di serî de Kerkûk û Xurmatûyê ve pêşve çûn.

Bi derbasbûna wan hêzan bo nav Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî re, malbatên Tirkmen û Ereb ên ku piştgirî dabûn referandumê û herwiha bi dehan hezar Kurd neçar man malên xwe biterikînin.

Serkeftina dîplomatîk

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ku di Kanûna 2017ê de li ser vexwendina Fransayê çûbû Parîsê, li Koşka Elyseeyê bi  Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anîbû.

Fransayê piştî bûyerên 16ê Cotmehê piştgiriyeke dîplomatîk da Herêma Kurdistanê û daxwaz ji Bexdayê kir ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bide. Macron ji bo asayîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bû navbeynkar.

Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî jî di encama dîplomasiya xwe de şerê navxweyî yê ku dê biba sedema karesateke mirovî ya mezin li Iraqê rawestand, bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmehê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ku bi boneya yekemîn salvegera referandumê ji bo televîzyona Al Jazeera pêk anîbû, ragihandibû ew tişta ku di 16ê Cotmeha 2017ê de li Kerkûkê qewimî xiyaneteke niştimanî bû, bi rêkeftina endamên komeke diyar li gel Heşda Şeibî û Pasdarên Komara Îslamiya Îranê (Pasdaran) ku li ber çavên Amerîkayê ji pişt ve xencer li Kurdan xistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst