Partiyên Kurdî: Em îro jî piştgiriyê li referandûma serxwebûnê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partî û hereketên Kurdî tekez kirin, “Referandûma Serxwebûnê û encamên wê meşrû ne û em îro jî piştgiriyê lê dikin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Pêlkurd, Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û  Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) bi boneya 4emîn salvegera referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, li Amedê konferanseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Daxuyaniya her pênc partî û hereketên Kurdî ji aliyê Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, “Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmaniye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, li ser biryara Parlamentoya Kurdistanê , bi awayekî demokratîk li dar ket. Beşdariya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.”

Partiyên Kurdî dibêjin, “Weke tê zanîn Amerîka, Rûsya, Ewropa û gelek dewletên cîhanê ji Parlamentoya Kurdistanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê paşxistin.Lê mixabin alternatifeke berbiçav jî radestî Kurdan nekirin.”

Di daxuyaniyê behsa helwesta dewletên cîran jî tê kirin, “Dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; herweha di pêvajoya referandûmê de û piştî referandûmê ji bo ku rê li ber encamên referandûmê bê girtin jî, çi ji destên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş ya têkbirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê meşandin.”

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin, “Li gel neteweya Kurd hemû gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî , bi cesaret,  bi biryardêrî û bi xwe baweriyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê`. Neteweya Kurd û hemû gelê Başûrê Kurdistanê, bi pêkhateyên xwe ve, rûmeta xwe parastin û daxwazên xwe ji dinyayê re eşkere kirin. Vê helwesta gelên  Başûrê Kurdistanê  bi rêyên demokratîk îlankirina îradeya meşrû û rewa ya neteweya Kurd bû .”

Partî û hereketên Kurdî diyar dikin, “Di 4emîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em him referandûmê û him jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgiriyê li vê îradeya gel Başûrê Kurdistanê dikin.Serxwebûn mafekî meşrû yê gelê Kurdistanê ye.”

 

 

Di daxuyaniyê de amaje bi bûyerên 16ê Cotmehê jî hat kirin, “Wan hêz û aliyên ku bi plan, bi  hewldan û bi tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya beşek ji Kurdan û bi destê  hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şahbî, di roja 16yê cotmeha 2017an de, careke din Kerkûk û  nevçeyên ku mijara madeya 140î ne hatin dagirkirin. Dagirkirina Kerkûkê û êrîşa 16yê Cotmehê, binpêkirin û tune hesibandina îradeya meşrû, ya demokratîk û neteweyî ya gelên Başûrê Kurdistanê bû.Em careke din jî dagîrkirana Kerkûkê û dagîrkirina ji %45î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hêvî û daxwaza me ji partiyên siyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeya neteweya Kurd û pêkhateyên Kurdistanê û encamên referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û ji bo bicîkirina encamên referandûmê têbikoşin. Bi tifaq û yekgirtineke neteweyî û xurt li hemû destkeftiyên heyî, yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nûyên hevbeş ava bikin.”

Ew part û hereketên Kurdî di dawiya daxuyaniyê de tekez dikin, “Lêxwedîderketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017ê de li dar ket, divê em weke erk û watiniyên neteweyî, niştimanî qebûl bikin.”