Nêçîrvan Barzanî: Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’ de gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike” û got jî, “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve 100 sal e zordarî tam kirine, mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên Iraqê de ragihand, kêşeya Iraqê, “ji pirsgirêka li ser desthilatê pêk tê… ew wê demê dibe girîft ku dema aliyek bixwaze nêrîna xwe bi ser hemû aliyên din de bisepîne, yan bo yekalîkirina pirsgirêkan pena bo bikaranîna hêz an ceza bibe, wek her tim li Iraqê rû daye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê dike, divê Kurdistan hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de, beşdariyeke rasteqîn di desthilatê de bi hemû formên xwe ve hebe “ev garantî, seqamgirî û yekperçeyiya Iraqa nû ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi serhildana DAIŞê kir li Iraqê û got, “Eger Iraq seqamgir nebe, herêm jî seqamgir nabe… eger qet neguhere, kêşeyên Iraqê neyên çareserkirin, heman xeletiyên siyasî û paşguhxustina pêkhateyan, heman aqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam be, teqez sibê DAIŞeke din jidayîk dibe.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Iraq; wate welatê pêkhateyan, her ji destpêka damezrandinê ve ji sê wîlayet “Mûsil, Bexda û Besre” pêk hatiye, ev sê wîlayet li gor cografya û pêkhateyên kulturî, ji hev cuda bûne. Kurd li bakur, Sunne li naverast û Şîe li başûr. Li gel vê jî çendîn pêkhateyên din ên ayînî û netewî li Iraqê hene.

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de amaje bi wê kir ku Iraq û dewletên herêmê bi awayekî nexwezayî û bêyî li berçavgirtina mafên gelê Kurdistanêhatine damezrandin û got ku heta niha jî gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, her ji destpêka damezrandina Iraqê ve di 1921 de, aqliyeta hêzê li Bexdayê serdest bûye ku “vê yekê hemû ev karesat û nehamet bi ser vî welatî de anîn, Iraqa gelek dewlemend bi saman û sirûşta xwe, bi samanên mirovî, bi pêkhateyên netewî, netewî û firekulturî, pêgeha cografî ya stratejîk, eger ew aqliyet nebûya, niha yek ji welatên bihêz ên herêmê bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, 100 sal e li Iraqê heman xeletî tê dûbarekirin ku wane ji ezmûna tal û şikesta li pey şikestê di şerên pey hev û hemû bac û malwêraniyê wernagire ku “gel û pêkhateyên Iraqê dîtine” û pirs kir, “Çima di demekê de  ku em dikarin dewleteke bihêz û pêşketî bin, em dibin yek ji xiraptiran, dezgehan felc dikin, bajarên wê dibin metirsîdartirîn bajarên cîhanê bo jiyanê, hemwelatiyên wê hê jî ji xizmetguzariyên sereke bêbeş in.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku xelkê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir e, got ji bo pêçana birîn û nexweşiyên berê û bi hêvî ber bi pêşerojê ve gav biavêjin, divê bi dîtineke nû pirsgirêkên Iraqê bên çareserkirin.

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “bi aqliyeta kêmîne-piranî, pêkanîna hêzên milîs, rawestandina dezgehan, hejmûna mezhebî, metirsiya şerê navxwe, hişmendiya teng a serwerî, ev hêvî bi ti awayî pêk nayê.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, divê desthilata Iraqê nebe êxsîrê ezmûna xerab a berê û “Ji bo ku Iraq bibe welatê her kesê, bibe welatekî seqamgir, pêşketî û bibe hêviyeke jiyanê bo nifşên nû, divê em hemû bi wêrekî xetayên berê qebûl bikin û dest ji wê berde ku daxwazên xwe bisepîne û dîrokê dûbare bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, Iraq bê daxwaza Kurdan hat damezrandin û got, “Iraq ev 100 sal in naxwaze pirsgirêkên gelê Kurdistanê çareser bike. Ev 100 sal in Iraqê ji seqamgirî û aramiyê bêbeş e. Ev 100 sal in, çavkanî û şiyanên Iraqê bo çek û şer tên terxankirin. Jibilî wêranî û karesatê li Iraqê tiştek din pêk nehatiye.”

Nêçîrvan Barzanî got, “Li Iraqa nû, ji bo çareserkirina kêşeyan divê bawerî hebe” û tekez kir, “Federalî bo me wate beşdarî di dezgehên dewletê de û dabeşkirina desthilatê ye. Nabe yek pêkhate bixwaze karûbarên Iraqê birêve bibe û pêkhateyên din perawîz bike. Pêkvejiyana aştiyane bingeha paşerojeke geş e bo Rojhilata Navîn.”