Wezareta Navxwe: Kesên ku civîn kirine dê ji Kurdistanê bên derxistin

25-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana di derbarê hejmareke kesateyên Ereb ên ku duh li Hewlêrê civîn pêk anîn de daxuyanî da û ragihand ku civîn bêyî agahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin der barê civînê da gavên hewce dikin wê bên avêtin. Wezareta Navxwe herwiha diyar kir ku ew kesên beşdarî civînê bûne dê ji Herêma Kurdistanê Kurdistanê bên derxistin.

Hejmareke kesayetên Ereb duh Înê 24ê Îlona 2021ê li Hewlêrê civînek di bin navê “Elselam Walastrdad / Bi Îsraîlê re asayîbûn” saz kirin û tê de piştevaniya xwe ji bo destpêkirina peywendiyên fermî di navbera Iraq û Îsraîlê de nîşan dan.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana di derbarê kesateyên Ereb ên ku doh li Hewlêrê bi navê “Elselam Walastrdad” civîn pêk anîn de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civîn bêyî haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ti naverokeke wê civînê helwesta hikûmeta Kurdistanê nîşan nade.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana tekez kir ku derbarê civînê de jî gavên hewce dikin dê bên avêtin.

Di beşeke din daxuyaniyê de hate kirin ku ew kesên beşdarî civînê bûne cihê wan li Herêma Kurdistanê Kurdistanê nîne û dê bêne derxistin.

Hikûmeta Iraqê jî diyar kiribû ku ew civînên naveroka wê asayîbûna bi Îsraîlê re ne tên kirin red dike.

Duh li Hewlêrê komeke tê îdiakirin endamên eşîran e xwestibûn ku bila Iraq jî mîna hin welatên Ereb bi Îsraîlê re li hev bê û peywendî dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst