25-09-2021
16:50
Şîrovekara siyasî Anyes Lovalwa dibêje ku Îran berî sala 2003an berjewendiyên xwe li Iraqê hebû û em nikarin behsa siyaseta Îranê li Îraqê bikin bêyî ku vegerin şoreşa Îslamî li Îranê û şerê Îran û Iraqê.
Anyes Lovalwa di panela duyemîn a konferansa “Iraq: Qedereke Trajedîk” de diyar kir ku ji aliyê erdnîgarî ve Iraq ji bo Îranê girîngiyeke taybet heye ku bi dirêjahiya 250 kîlometreyî sînorê wê ligel Iraqê ye û ev jî sedemek e ku berjewendiyên Îranê yên li Iraqê ka bi hev re bixebitin an jî hevrikiyê bikin.
Zêdetir bixwîne16:14
Hewlêr (Rûdaw) - Şîrovekarê siyasî Prof. Jean Marcou di panela duyem a Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedîk` de ragihand, Tirkiyê peywendiyeke hinek aloz li gel cîhana Erebî heye û got, “wê dema ku AK Partî hat ser desthilatê di 2002an de, me wisa dizanî ku peywendiyên Tirkiyê li gel welatên Erebî qayîm dibin, lê mixabin berevajî bû.”
Di dewama gotinên xwe de Prof. Jean Marcou, li ser peywendiyên Tirkiye û Iraqê ji 1921an ta 2021an, ragihand, “Bîr û boçûna Tirkan li ser Iraq û bakurê Iraqê bi wî rengî bûye, dema ku şerê yekem ê Kendavê destpê kir, ew nêrîn li gel Tirkan çê bû ku careke din wîlayeta Mûsilê bidest dixin, ev bîr û nêrîna Tirkan bû di wê serdemê de.”
Zêdetir bixwîne15:26
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Fransayê yê Iraqê Eric Chevallier di çarçova Konferansa `Iraq: Qedereke Trajedî`de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û got, ew kêfxweş in ku li Iraq û Herêma Kurdistanê girîngî bi xwendina zimanê Fransî bê dayîn û alîkariya xwendekaran bê kirin ku bikarin xwendina xwe ya bilind li Fransayê bixwînin.
Balyozê Fransî eşkere jî kir ku ew dê sala bê li gel Wezareta Xwendina Bilind a Iraq û Herêma Kurdistanê, programeke nû ya xwendina bilind daynen.
Eric Chevallier tekezî li ser wê jî ku peyama Serokê Fransayê Emmanuel Macron ew e ku Fransa dostê hemû Iraqê ye.
Balyozê Fransayê piştgiriya xwe ji hewlên dîplomatîk ên Iraqê re ragihand û got, li gor Fransayê, Iraq dikare roleke hevseng bilîze û vê yekê jî dê karîgerî li ser seqamgiriya herêmê hebe.
Zêdetir bixwîne14:04
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Navenda Fransî ya bo lêkolînên li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan di Konferansa `Iraq: Qedereke Trajîk` gotarek pêşkêş kir û amaje bi sê xalan kir ku bi gotina wî Hevpeymanan di proseya azadkirina Iraqê de li dijî hikûmeta wê demê ya welat bikar anîn bo “dagirkirina Iraqê.”
Dr. Adil Baxewan dibêje, ew sîstema ku hat xwestin Iraqê pê dagir bikin, li ser 3 xalan hatibû danîn, xala yekem ji wê pêk dihat ku Iraqa Sedam Husên di sala 2003an de çeka kîmyewî heye û Baxewan amaje bi kîmyabarakirina Helebcê jî kir û got, “Dema ku Sedam Husên roja 16/03/1988 li dijî gelê xwe çeka kîmyewî bikar anî, Amerîka û welatên enternasyonalîst li şûna ku dengê xwe bilind bikin, bêdeng bûn. Êdî piştî ku çeka kîmyewî nema dagir kirin.”
Di beşeke din a gotara xwe de Adil Baxewan behsa xala duyem jî kir û ragihand, gotin Iraqê peywendî bi Qaîdê heye lê bi gotina wî Iraqê ti peywendî bi Qaîdê nebûye “Hetta George Bush 3 hefte piştî dagirkirina Iraqê eşkere got ku `ti belgeyeke me bo vê yekê nîne`.”
Lêkolîner Adil Baxewan dibêje, xala sêyem gelek “pêkenok” bû ku bi gotina wî, “wan digot li Iraqê sîstemeke dîktatorî hikûm dike, mîna ku ew welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li navçeyê, biheştên demokrasiyê bin, vê xalê jî ti rewatiyek nebû.”
Zêdetir bixwîne09:46
Nêçîrvan Barzanî: Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike
Nêçîrvan Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’ de gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurdistanê çareser bike” û got jî, “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve 100 sal e zordarî tam kirine, mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên Iraqê de ragihand, kêşeya Iraqê, “ji pirsgirêka li ser desthilatê pêk tê… ew wê demê dibe girîft ku dema aliyek bixwaze nêrîna xwe bi ser hemû aliyên din de bisepîne, yan bo yekalîkirina pirsgirêkan pena bo bikaranîna hêz an ceza bibe, wek her tim li Iraqê rû daye.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê dike, divê Kurdistan hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de, beşdariyeke rasteqîn di desthilatê de bi hemû formên xwe ve hebe “ev garantî, seqamgirî û yekperçeyiya Iraqa nû ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi serhildana DAIŞê kir li Iraqê û got, “Eger Iraq seqamgir nebe, herêm jî seqamgir nabe… eger qet neguhere, kêşeyên Iraqê neyên çareserkirin, heman xeletiyên siyasî û paşguhxustina pêkhateyan, heman aqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam be, teqez sibê DAIŞeke din jidayîk dibe.”
Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Iraq; wate welatê pêkhateyan, her ji destpêka damezrandinê ve ji sê wîlayet “Mûsil, Bexda û Besre” pêk hatiye, ev sê wîlayet li gor cografya û pêkhateyên kulturî, ji hev cuda bûne. Kurd li bakur, Sunne li naverast û Şîe li başûr. Li gel vê jî çendîn pêkhateyên din ên ayînî û netewî li Iraqê hene.
Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de amaje bi wê kir ku Iraq û dewletên herêmê bi awayekî nexwezayî û bêyî li berçavgirtina mafên gelê Kurdistanêhatine damezrandin û got ku heta niha jî gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye.
Nêçîrvan Barzanî dibêje, her ji destpêka damezrandina Iraqê ve di 1921 de, aqliyeta hêzê li Bexdayê serdest bûye ku “vê yekê hemû ev karesat û nehamet bi ser vî welatî de anîn, Iraqa gelek dewlemend bi saman û sirûşta xwe, bi samanên mirovî, bi pêkhateyên netewî, netewî û firekulturî, pêgeha cografî ya stratejîk, eger ew aqliyet nebûya, niha yek ji welatên bihêz ên herêmê bû.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, 100 sal e li Iraqê heman xeletî tê dûbarekirin ku wane ji ezmûna tal û şikesta li pey şikestê di şerên pey hev û hemû bac û malwêraniyê wernagire ku “gel û pêkhateyên Iraqê dîtine” û pirs kir, “Çima di demekê de ku em dikarin dewleteke bihêz û pêşketî bin, em dibin yek ji xiraptiran, dezgehan felc dikin, bajarên wê dibin metirsîdartirîn bajarên cîhanê bo jiyanê, hemwelatiyên wê hê jî ji xizmetguzariyên sereke bêbeş in.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku xelkê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir e, got ji bo pêçana birîn û nexweşiyên berê û bi hêvî ber bi pêşerojê ve gav biavêjin, divê bi dîtineke nû pirsgirêkên Iraqê bên çareserkirin.
Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “bi aqliyeta kêmîne-piranî, pêkanîna hêzên milîs, rawestandina dezgehan, hejmûna mezhebî, metirsiya şerê navxwe, hişmendiya teng a serwerî, ev hêvî bi ti awayî pêk nayê.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje, divê desthilata Iraqê nebe êxsîrê ezmûna xerab a berê û “Ji bo ku Iraq bibe welatê her kesê, bibe welatekî seqamgir, pêşketî û bibe hêviyeke jiyanê bo nifşên nû, divê em hemû bi wêrekî xetayên berê qebûl bikin û dest ji wê berde ku daxwazên xwe bisepîne û dîrokê dûbare bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, Iraq bê daxwaza Kurdan hat damezrandin û got, “Iraq ev 100 sal in naxwaze pirsgirêkên gelê Kurdistanê çareser bike. Ev 100 sal in Iraqê ji seqamgirî û aramiyê bêbeş e. Ev 100 sal in, çavkanî û şiyanên Iraqê bo çek û şer tên terxankirin. Jibilî wêranî û karesatê li Iraqê tiştek din pêk nehatiye.”
Nêçîrvan Barzanî got, “Li Iraqa nû, ji bo çareserkirina kêşeyan divê bawerî hebe” û tekez kir, “Federalî bo me wate beşdarî di dezgehên dewletê de û dabeşkirina desthilatê ye. Nabe yek pêkhate bixwaze karûbarên Iraqê birêve bibe û pêkhateyên din perawîz bike. Pêkvejiyana aştiyane bingeha paşerojeke geş e bo Rojhilata Navîn.”
Zêdetir bixwîne09:52
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Rûdawê rojên 25-26/09/2021, li Hewlêrê bi hevbeşî li gel Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê, Balyozxaneya Fransa ya li Bexdayê û Kovara Confluences, Konferansa Iraq: Qedereke Trajedîk, saz dike.
Di konferansê de ku dê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve biçe, hejmareke lêkolîner, akademîsyen û kesayetên fransî ji riwangeyên ciyawaz, derbasbûna 100 sal bi ser damezrandina Iraqê de dinirxînin.
100 sal di ser damezrandina dewleta Iraqê re derbas dibin
Îsal sed sal di ser avakirina dewleta Iraqê re derbas dibin. Roja 23/08/2021, Feysel wek yekem şahê Iraqê hat destnîşankirin. Avakirina Iraqê ji aliyê Brîtanyayê ve, her ji destpêkê ve projeya bînakirina dewleteke li dijî piraniya civakê bû, ji ber ku Şîe û Kurd ku nêzikî ji %73ê hemwelatiyan bûn, bi şêweyekî radîkalane hemû ew çarçova û binema red kirin ku ew dewelet li ser hat avakirin, lê Pêrsê Koksî, Brîtanya bi rêya bikaranîna zebr û zora radîkal, Iraq wek dewleteke rehinegırti ji aliyê kêmîniya Sunne ve bi ser Şîe û Kurdan de sepand.
Roja 2003, dema Iraq ji aliyê Amerîkayê ve hat dagirkirin, heman ezmûna Brîtaniyan bi guhertiyan pêgehan, dûbare kir. Programa binyatdanîna dewlwtê ji aliyê Pol Brîmer ê Amerîkî ve, dîsa li ser prensîpa dûrxistina grûpeke girîng a Iraqê ku Sunne ne, dihat cîbicîkirin. Rast e, Kurd ji destpêkê ve roleke aktîv dibînin, lê paşê ew jî di çendîn astandan de hatin paşguhxistin.
Grîfta sereke ya Iraqê di navbera 1921 û 2021an de, ji amadebûna proseya bînakirin û bînakirina dewletê li gor mekanîzmayan sepandin û dûrxistin, zebrûzor, piştguhkirin pirsa projeya dewletê wek kombûna hêz û grûpên ciyawaz li derdora girêbesteke civakî û siyasî ya arezûmendane pêk tê û vê jî wisa kiriye ku 100 salên dîroka Iraqê bibe 100 salên trajediya hemû ew ên ku Iraqî bin.
Ji bo têgihiştina vê sed sale, kovara Confluences a Fransî, hejmara 116 a xwe bo Iraqê terxan kir. Ev hejmar ku di bin serpereştiya zanistî ya Dr. Adil Baxewan de bû, nîsana îsal, hat belavkirin. Di vê hejmarê de hemû dîroka Iraqê ji 1921an ve ta 2021 behs li ser hatiye kirin û lêkolîn û hemû ew mijarên din, di vê konferansê de ji aliyê xwediyên lêkolînan ve behs li ser tê kirin.
Programa roja yekem a Konferansa Iraq: Qedereke Trajedîk
09.30 vekirina konferansê
Gotara bixêrhatinê ya Rêveberê Navena Fransî ya bo lêkolînên li Iraqê Dr. Adil Baxewan
Gotara birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Gotara Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevallier
10.30 panela yekem
Dîroka Iraqê di demên herdu dagirkirinên Brîtanya û Amerîkayê de
Beşdar
Rêveberê panelê: Prof. Jean Marcou
Dr. Miryem Yaqûbî, Manda Brîtanyayê li Iraqê (1932-1921: Guneha yekem!
Dr. Adil Baxewan, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Iraqê: Ji têza binyatkirina netewî bo kaosa giştgir!
11.45-12.00 navber
12.05 panela duyem
Iraq û jîngeha wê ya herêmî
Rêveberê panelê: Prof. Pierre Blanc
Prof. Jean Marcou, peywendiyên di navbera Tirkiye Iraqê de ji 1921 ta 2021
Agnès Levallois, siyaseta Îranê li Iraqê ji 2003 ta 2021
Lebîd Ebawî, siyaseta welatên Erebî li Iraqê ji 2003 ta 2021
13.45-14.50 navber
15:00 panela sêyem
Dewlet û pirsa tevlîbûna niştimanî
Rêvebera panelê: Virginie Sauner
Dr. Serdar Ezîz, nîqaşkirina dewletê li Iraqê piştî sedsal - Têgeha ladaula
Dr. Şêrko Kirmanc, Rola partiyên siyasî di pêvajoya pêkvejiyana netewî de li Iraqê
Navbere 10 xulekî
16.15 panela çarem
DAIŞ û Heşda Şeibî?
Rêveberê panelê: Loÿs de Pampelonne
Virginie Sauner; jidayîkbûn, geşestendin û lawazbûna DAIŞê di dema amadeyiya dewleteke lerzok de li Iraqê
Sylvain Mercadier, milîsên Iraqî: sembola dewleteke şikestxwarî
Zêdetir bixwîne