Hereketa Azadî: Cîbicîbûna referandumê pir nêzîk e

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Azadî bi helkefta sêyemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand, di pêvajoya dîrokî ya lidarxistina referanduma serxwebûnê de, “Kurdan ji bo azadiya xwe ti gav paşve neavêtin” û tekez dike, “cîbicîbûna referandumê pir nêzîk e.”

Îro 25ê Îlona 2020an, sê sal di ser lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê re derbas dibin, ku bo yekemîn car di dîrokê de gelê Kurd li parçeyeke Kurdistanê bi awayekê azad û di referandumekê de biryar li ser çarenivîsa xwe da.

Di 25ê Îlona 2017an de, referanduma serxwebûnê li tevahiya navçeyên Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Şingal û Deşta Neynewayê hat encamdan û li gor encamên fermî nêzîkî %93 xelkê Başûrê Kurdistanê bi Erê deng bi serxwebûnê dan.

Herekata Azadî salvegera lidarxistina referandumê bi bîr tîne û dibêje, “xelkê Kurdistanê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo bidestxistina azadiya xwe hemî cûreyên êş û elem dîtin û paşve gav neavêtine. Tevî nebûna derfetan gelek caran hewl dan ku doza xwe ya rewa bigihîjnin asta navneteweyî.”

Di daxuyaniya xwe de, Herekata Azadî dibêje, “baweriya me ew e ku; cîbicîbûna referandumê pir nêzîk e û encama referandumê di salên pêşiyê de dê zelaltir û ronaktir bibe.”

Ev naveroka daxuyaniya Herekata Azadî ye:

Wekî tê zanîn xelkê Kurdistanê bi hezaran sale di binê dagirkeriya dewletan de digel hemî êrîş û zordariyê çand û nasnameya xwe parastiye.

Xelkê Kurdistanê di nav vê pêvajoyê de bi sedan destanan qehramaniya xwe bi destê xwe nivîsand û serok û rêberên wek; Bedirxaniyan, Şêx Ubeydullah, Simkoyê Şikak, Şêx Seîd, Şêx Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ji nav dilê xwe derxistiye û heta niha navê wan di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin.

Xelkê Kurdistanê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo bidestxistina azadiya xwe hemî cûreyên êş û elem dîtin û paşve gav neavêtine. Tevî nebûna derfetan gelek caran hewl dan ku doza xwe ya rewa bigihîjnin asta navneteweyî.

Di vê dîroka xwe ya qehramaniyê de herî berbiçav li Mihabadê derketiyê holê, dûv re jî têkoşina ku li Başûrê Kurdistanê hatibû dayîn. Ev pêvajo di sala 1970’an de digel Peymana Otonomiyê destpê kir û di sala 1991’an de jî bi derketina Federalîzma Fermî, rewşa xwe derxist holê. Di dawiyê de jî rûxandina Dîktatoriya Seddam rewşa nîv-dewletiyê derket holê.

Bi zelalbûna rewşa Başûr, ji bo bicîhanîna daxwaz û bendewariyên xelkê Kurdistanê di 25ê Îlona sala 2017’an de biryara referandumê hatîbû girtin. Li dijî biryara referandumê ku mafekî xwezayî û yasayî bû di serî de dewletên cîran û gelek dewletên cîhanê bertek nîşan dan. Tevî hemî gef û êrîşan Xelkê Kurdistanê û îradaya xelkê Serok Mesûd Barzanî paşve gav neavêtin û ji bo hemî cîhanê biryara xwe nîşan dan û xwedî li biryara xwe derketin.

Xelkê Kurdistanê digel ev pêşketina dîrokî, coş û kelecana xwe bilindtir û geştir kir û neyarên xwe jî ji binî ve hejandine. Baweriya me ew e ku; cîbicîbûna referandumê pir nêzîk e û encama referandumê di salên pêşiyê de dê zelaltir û ronaktir bibe. 

Em sipasiya xwe yê ji dil û can pêşkêşî ew kesên ku kêyfxweşiya bê hempa ji mi re bexşand di serî de Xelkê Kurdistanê û ji Serok Mesûd Barzanî re dikin û em dibêjin di her hal û karê de digel wan in.