PAK û PSK: Damezrandina dewleta serbixwe mafê me ye

25-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di sêyemîn salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek hevbeş dan û ragihand, damezrandina dewleta serbixwe mafê Kurdan e û referandum û encamên wê rewa ne.

Îro 25ê Îlona 2020an, sê sal di ser lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê re derbas dibin, ku bo yekemîn car di dîrokê de gelê Kurd li parçeyeke Kurdistanê bi awayekê azad û di referandumekê de biryar li ser çarenivîsa xwe da.

Referanduma serxwebûnê li tevahiya navçeyên Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Şingal û Deşta Neynewayê hat encamdan û li gor encamên fermî nêzîkî %93 xelkê Başûrê Kurdistanê bi Erê deng bi serxwebûnê dan.

Bi helkefta sêyemîn salroja referanduma serxwebûnê, PAK û PSKê îro li Amedê daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê, ku ev naveroka vê ye:

Damezrandina Dewleta Serbixwe Mafê Me Ye

Referanduma Serxwebûnê û Encamên Wê Meşru Ne

Di ser encamdana rapirsiya serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê re 3 sal derbas bûn, lê belê hest û çoşa wê hêj zîndî ye û gengeşî derheqa wê de berdewam e.

Berî her tiştî divê bê gotin encamdana referandumê demokratîkktirin şêweyê destnişankirina vîn û îradeya gel û pêkhateyan e.

Ji bona vê jî neyarên Kurd û dijî referandumê çi dibêjin bila bêjin, referanduma serxwebûnê ku li Başurê Kurdistanê hatiye kirin, rewa ye, mafê gelê Kurd e û wekî şîrê dayikê helal e.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi asteka bilind ve beşdarî rapirsiyê bû û bi rejeyekî bilind ji bona damezrandina dewleta serbixwe got “erê”.

Gelê me bi dengê xwe vîn û îradeya xwe bo bîr û rayê cîhanê ragihand û got, ku nikarin û naxwazin di Iraqa heyî da bijîn.

Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi dengekî zelal û bilind ve eşkere kir, ku damezrandina dewleta serbixwe mafê me ye.

Bê guman ji ber hinek sedemên navxweyî û derweyî, îradeya gelê me yê Başûrê kurdistanê ya jibo serxwebûnê hate binpê kirin û gelê me îro nikare encama rapirsiyê cî be cî bike.

Lê belê encama rapirsiyê tapuya dewleta serbixwe ye, me xistiye berîka xwe û êdî ji vê veger nîne.

Em piştrast in, ku hêzên welatparêzên Başûrê Kurdistanê di derfeta guncav a yekan da encama rapirsiyê cî be cî dikin û dewleta xwe ya serbixwe dadimezrinin, ku xewn û xeyala hemu Kurdan e, bi hezaran tekoşerên Kurd bona vê armancê canê xwe dane.

Em wekî PAK û PSK carekî dinê piştgiriya xwe li rapirsiyê û li encamên wê radigihînin û daxwaz ji hêzên welatparêzên Başurê Kurdistanê dikin, ku bona parastina deskevtên netewî, bona cî be cî kirina encama rapirsiyê ku berhema xwîna sedan hezar Enfalî ne, berhema xwîna şehîdan e, destê xwe bidine hevudu.

Em bi boneya salvegera rapirsiyê disa destxweşiyê xebat û keda Komîteya Rapirsiyê dikin, ku di bin serokatiya Birêz Serok Mesud Barzanî da şev û roj kar kirin.

Encama Rapirsiyê roniderê rêka damezrandina dewleta serbixwe ye û çoş û hêz dide hemu hêzên welatparêzên Kurdistanê.

Em bangî hemû dewletên herêmê û hemu hêzên leşkerî û siyasî dikin, ku rêzê li desthilatdariya fermi, meşru ya Parlamento, Serokatî û Hikumeta Herêma Federe ya Başurê Kurdistanê bigrin.

Pîroz Be Rapirsiya 25 Îlonê!

25 Îlon 2020

Partiya Azadiya Kurdistanê- PAK,

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst