Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne alîkar bin bo piştrastbûna ji seqamgiriya Iraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku ew amade ne alîkar bin ji bo piştrastbûna ji seqamgiriya Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û nîgeraniya xwe li hember êriş û metersiyên vê dawiyê bo ser şandîn dîplomatîk û binkeyên Hevpeymaniya Navdewletî derbirî û got, ew amade ne alîkariya Iraqê bikin di dabînkirina asayiş û seqamgiriyê de.
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku ew piştevaniya hewlên serkirdeyên Iraqê dikin ji bo rêgirîkirina li wan êrişan û amade ne hevkar bin ji bo dilniyabûna ji asayiş û seqamgiriya Iraqê.
Deqa twitta Nêçîrvan Barzanî wiha ye;
“Em bi nîgeraniyeke zêde çavdêriya êriş û metirsiyên li dijî erkên dîplomasî û binkeyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku Iraqiyan ji terorê diparêzin. Em piştevaniyê li hewlên serkirdeyên Iraqî dikin ji bo rêgirîkirina li êrişên zêdetir û amade ne alîkar bin bo piştrastbûna ji asayiş û seqamgiriya li welat.”
We follow with great concern latest threats & attacks against diplomatic missions & international coalition bases who are protecting Iraqis from terror. We support efforts of Iraqi leaders to prevent more attacks & stand ready to help ensure security & stability in the country.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 25, 2020