HAK PAR: Encama referendumê kilîla serxwebûna Kurdistanê ye

25-09-2020
RÛDAW
Nîşan HAK PAR Referandûma Serxwebûnê Başûrê Kurdistanê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) bi boneya sêyemîn salvegera referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “25ê Îlonê navê cejneke nû ya netewî ye di dîroka Kurdistanê de” û tekez kir “Encama referandûma 25ê Îlonê kilîla serxwebûna Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniya HAK PARê de tê gotin, “Ji piştî herdu şerên cîhanê sitatûya erdnîgarî a siyasî ya cihanê hat guherandin. Kolonyalizm li gelek ciyên cîhanê têk çû, împaratoriyên hikumdarên wê cihana kevnar yek bi yek hilweşiyan. Ji wan împaratoriyan bi dehan dewletên nû peyda bûn, ku piraniya wan bê şer û pevçûn bûne xwedî desthilat û qedera xwe bi destê xwe va tayin kirin. Ew dewletên bermayê împaratoriyên qedim ên cîhanê niha endamê sazumana NY (Neteweyên Yekbûyî) ne. Hinek ji wan bûne endamên Yekitiya Ewropa. Her yek ji wan jiyaneke serbixwe û serfiraz dimeşînin.”

HAK PAR dibêje, “Hinek dewlet hene, ku di wî qonaxî de û her wiha bi biryara hêzên emperyal, bûne xwedî dewlet ku nifûsa wan hingî bajarekî Kurdistanê ye, lê îro bûne desthilatdar di pirsgireka qedera gelek miletên sereke, qedîm û mezin tayin dikin. Bêgûman serxwebûn û azadî mafê her miletêkî ye.”

HAK PAR bibirî dixe, “Di vê qonaxê de, tenê Kurdistan ji serxwebûnê bêpar ma. Ew yek jî li aliyekî, Kurdistan hate dabeşkirin û di nav çar dewletên Rojhilata Navîn da hate parve kirin. Dewleta îran hê di sala 1639’an de perçeyekî Kurdistanê xistibû bin bandora xwe. Mixabin ku Iraq û Suriye hêj dewlet nebûn. Hêzên emperyal ew kirin dewlet û wek xelat ji bo her yekî parçeyekî Kurdistanê peşkeş kirin” û dibêje, “Komara Tûrkiyê jî, nû hatibû av kirin û parçeyê herî mezin jî kete bin desthilata Komara Tûrkiyê. Çar dewletên ku Kurdistan di navbera wan da hatiye dabeşkirin, yek ji wan jî, bi şer û hêza xwe a serdest va Kurdistan bindest nekiriye. Lê hêzên emperyal ew kirine xwedî desthilata parçeyên Kurdistanê. Ew dewletên ku niha parçeyên Kurdistanê di bin destê wan dane; bi hemê hêz û karînên xwe va li ber xwe didin ku Kurdistan azad nebe.”

Her di daxuyaniya HAK PARê de tê gotin, “Ew sazûmana dijberî Kurd a cîhanê, di serdema nû da, vekişiya. Lê di bin çavederiya hêzên emperyal da, vê carê jî sazumaneke herêmî hate ava kirin, ku îro wek sazûmana dijberiya Kurd a Rojhilata Navîn tê nasîn ku serkêşiya vê sazûmanê Îran û Turkiya dikin. Kurd miletekî qedîm, runiştevanê vê herêmê ne û hezaran sale di welatekî da dijin ku navê wî Kurdistan e. Welatê Kurdan be rizayê Kurdan hatiye parçe kirin. Nifûsê Kurdistanê bi qasî 52 dewletên serbixwe yên cîhanê ye, lê Kurdistan hê jî bindest e. Heyf û mixabe ku Miletê Kurd vaye sed sale li benda statûyeke siyasî ye.”

HAK PAR tekez dike, “Helbet miletê Kurd jî, sedem ku xwediyê mafên rewa ye, heqe ku qedera xwe di çarçoweya statuyêke siyasî da kivş bike û welatê xwe wek welatekî azad îdare bike” û dibêje, “Di sala 2017 yan da, bi sedem ku dewleta Iraqê erkên xwe yên yasayî beramber bi Başûrê Kurdistanê neanîn cih, Kurdan qerar dan, ku bi gelpirsîneke gelêrî (referandum) ji gelê Kurdistanê bipirsin, ka gelo vê rewşa heyî dixwazin yan dewleteke serbixwe dixwazin. 25ê Îlona sala 2017 yan ev referandum pêk hat. Gelê Kurdistanê ji seda 93 erênî kir, ku “dewletek serbixwe” dixwaze. Her wiha ew navçeyên Kudistanê ku bi hikumeta merkezî a Iraqê ve girêdayî mane, wan jî bi piranî erênî kirin, ku bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ve werin grêdan. Ev encam, wek rojeke pîroz hate nirxandin di dîroka Kurdistanê de.”

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Lê dijminên Kurdan, bi hevdengî encama referanduma ku bi şêwazeke demokratîk hatibû çê kirin, nepejirandin, rêz li encama referandûmê negirtin. Neyarên Kurdan ji vê biryarê gelek tirsiyan û nerihet bûn. Ji bo ku encama referandûmê birêve neçe, an ku rê li serxwebûna Kurdistanê were girtin, hewlên mezin nîşan dan. Çi ji deste wan hat kirin. Desthilatdariya Kurdistanê û Serok Barzanî eşkere tehdît kirin û heqaret kirin. Paşî ji, ji bona ku Kurdan çavtirsî bikin, tedbîr, qatên leşkerî yên hevpar çêkirin. Başûrê Kurdistanê bi her alî va dorpêç kirin û rê û derge girtin, seferên balafiran qedexe kirin, bi kurtasî bi şêweyekî dijminane gelê Kurdistanê avêtin nav astengiyên mezin. Lê feyde nekir, miletê Kurd got: "bê minet” û li ber xwe da, gihişte van rojan. Miletê Kurd carekê biryar daye, wê Kurdistaneke serbixwe were damezrandin. îro be, yan jî, sibê be, êdî dinya alem dizane ku wê dewleteke Kurdistanê a serbixwe çê be.”

HAK PAR dibêje, “Lazim e di vê serdema nû da, miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind bike, bi gêjîne civaka navnetewî û her wiha û bi pêsîra hêzên emperyal bigre, ji bo dahatûya xwe, doza statûyeke siyasî bike. Miletê Kurd di vê serdemê de, vê rewşa dabeşkirî bi hîç şiweyekî qebûl nake û ji bo vegûherandîna vê qedera reş li ber xwe bide, îtîraza vê rewşa nerewa bike.

HAK PAR kêfxweşiya xwe li hember avakirina Navenda Kurdên Diyasporayê nîşan dide û dibêje, “Xweşhal in ku bi rêbaz û rênîşandariya, serwerê miletê Kurd Cenabê Mesûd Barzanî, li derveyê welat Navenda Kurdên Diyasporayê (Navenda Revena Kurd li Derve) tê avakirin. Bêguman ev pêngaveke gelekî giring e. Ji mafê çarenûsiya Kurd û Kurdistanê xebateke gelek bi nirx û hêja ye. Em wekî HAK PAR, bi hemû hêz û karina xwe, piştgir û piştevanê vê navendê bin û ji bona damezrandin û xebata Navenda Kurdên Diyasporayê çî wezife bikeve ser mile me, em hazirin ku encam bidin.”

HAK PAR tekez dike, “Bêguman encama referandûma 25’ê îlonê, kilîla serxwebûna Kurdistanê ye. Em wekî Partiya Maf û Azadiyan  (HAK PAR) dibejin ku 25ê Îlonê navê cejneke nû ya netewî ye di dîroka Kurdistanê de. Navê vê cejnê di ayende da bêguman wê bibe `Roja Biryara Serxwebûna Kurdistanê` Sedhezar car pîroz be ev roja qedirbilind û pîroz. Her bijî vîn û îrade û rêbaza gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Silav li Kurdistana serbixwe û demokratik. HAK PAR yar û yarîderê Navenda Kurdên Diyasporayê ye. HAK PAR çaverê û dilxwazê Kurdistanek serbixwe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst