Li Rojhilatê Kurdistanê zewicandina zarokan zêde bûye

25-09-2019
RÛDAW
Nîşan Zewicandina Zarokan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, di van salên dawîn de, rêjeya zewicandina keçan di temenekî biçûk de zêde bûye.

Li Rojhilatê Kursistanê van heyamên dawîn, bi awayekî berbiçav, hejmara zewicandina keçan di temenekî biçûk de zêde bûye û yek ji wan jî keçika bi navê Meryem e ku pêwîst bû di wî temenî xwe yê 12 saliyê de, li kolanan li gel hevalên xwe lîstik lîstiba û li ber singa wê pitika pêlîstok heba, lêbelê Meryem niha dayika pitkikekî yek salî ye.

Di nav civakê de, zarokên keç ên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, weke ‘bûkên zarok’ tên binavkirin û gelek caran bi kesên ku temenê wan gelek ji yê wan mezintir e re tên zewicandin.

Li Rojhilat, piraniya malbatan, keçên xwe, bêyî ku bigihijin temenê xwe yê 18 saliyê, dizewicînin ku li gelek welatên cîhanê zewicandina li jêr wî temenî ne yasayî ye. Li gelek welatan jî zewicandina li jêr vî temenî girêdayî destûra dayik û bav e.

Li Îranê temenê zewacê, bi awayekî fermî ji bo keçan 13 û ji bo kuran 16 ye. Lêbelê bi rêdana dayik û bav û destûra dadgehê, keç dikarin di temenê 9 saliyê û kur jî di temenê 15 saliyê de bên zewicandin.

Li bajarê Sinê yê Rojhilat, li gor amarên fermî, di 4 çar mehên destpêkê yên par de, di bin temenê 18 saliyê de 970 zewac hatine kirin. Ji van zewacan ji sedî 5 bi ji hevcudabûnê encam bûne. Herwiha di heman maweyê de li bajarê Îlamê jî li jêr temenê 15 saliyê, 98 zewac hatine pêkanîn.

Li gor beşek ji amarên din, sala 2016an li 4 bajarên Rojhilat, 28 ji wan di bin temenê 10 saliyê de, bi giştî li jêr temenê 18 saliyê, 2 hezar û 887 zarok hatine zewicandin.

Li gor Peymana Mafên Zarokan ku dewleta Îranê jî ew peyman qebûl kiriye, kesên di bin temenê 18 saliyê de, weke zarok tên qebûlkirin û weke ku bedena wan ji bo zewicandina wan ne amade be, tên qebûlkirin. Li jibilî van têbîniyan, kesên di temenê zarokatiyê de tên zewicandin, ji mafê xwe yê xwendinê jî bêpar dimînin.

Civaknas, weke sedema sereke ya zewicandinên di temenên biçûk de, rewşa aborî û kevneşopiyên di nav civakê de nîşan didin. Lêbelê li gor aktîvîstên mafên zarokan jî polîtîkayên hikûmetê yên handana zewacên di temenekî biçûk de, weke sedemeke bibandor a zêdebûna rêjeya zewacên bi vî awayî, nîşan didin.

Civaknas sedema zêdebûna bûyerên xweşewitandin, xwekuştin, bikaranîna madeyên hişber û tundutujiya li hemberî jinê li Rojhilatê Kurdistanê,bi vê yekê ve girê didin.

Lêkolîner û civaknas Kamil Ehmedî, ji Rûdawê re radigihîne, “Bi zewaca di temenekî biçûk de, zarokên keç, rastî destdirêjiyê tên.”

Pispora nexweşiyên jinan, Mujde Mihemed jî li ser astengî û zehmetiyên ku zarok ji ber zewaca di temenê biçûk de rast tên, dibêje, “Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, kesên di bin temenê 18 saliyê de zarok in. Ji ber hindê, zewacandina di wî temenê zaroktiyê de, li ser pêşeroja wan zarokan karîgeriyeke xerap pêk tîne.”

Ew pispor tekez dike ku laşê wan keçan ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, ne di wê asta têkiliya cinsî de ye.

Mujde Mihemed dibêje, “Ew keç ên ku di temenekî zaroktiyê de tên zewicandin, rastî gelek zehmetiyan tên weke; werimîn û qetinîna endamê jintiyê û ziyan pêketina boriyên zarokbûnê û bi vî awayî bi rîska ku zarokên wan çênebin re rû bi rû dimînin.”

Mihemed, diyar dike ku rîska pencejêrê di temenê zaroktiyê de zêdetir e û jibilî vê yekê, rîska ketina zarokên wan keçan di wî temenî de, gelek zêdetir e.

Projeyasaya têkoşîna li hemberî zewacên di temenê biçûk de, heta niha di parlamentoya Îranê de, çend caran gotûbêj li ser hatine kirin. Lêbelê bi hinceta ku ew projeyasa ‘ne li gor rê û rêbazên îslamî’ ye, hatiye redkirin.

Parêzerê ji Sineyê, Nesîm Celalîzade jî li ser vê mijarê diyar dike, “Yek ji armancên wê projeyasaya qedexekirina zewacên di temenekî biçûk de ew e ku tundûtujiya li hemberî wan keçên di temenekî zaroktiyê de hatine zewicandin, bê rawestandin.”

Ji bo zewacê kîjan temen guncaw e?

Pispora nexweşiyên jinan, Beyan Kerîmî, aşkere dike, “Ne rast e, ew temenê ku olê ji bo balixbûnê diyar kiriye, weke temenê zewacê jî bê qebûlkirin. Ji ber ku dema keçek ket yekem rewşa adetê, endama wê ya jintiyê ji bo kemilînê pêwîstî bi çend salên din jî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst