Ji KKP û PAKê peyama referandumê: Em piştevaniya îradeya gel dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP) her yekê bi boneya duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyan cuda belav kirin û piştevaniya xwe bo îradeya gelê Kurd nîşan dan.

Îro Çarşemî 25ê Îlona 2019an, du sal di ser lidarxistina referanduma serwebûnê ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe.

PAK derbarê duyemîn salvegera referanduma Başûrê Kurdistanê de peyameke belav kiriye û tê de ragihandiye: “Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne  (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referanduma serxwebûnê ya rewa, bi awayekî demokratîk li dar ket.”

Di daxuyaniya PAKê de hat gotin: “Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj ên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me , herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.”

Li gor daxuyaniyê hêvî û daxwaza PAKê ji partîyên sîyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeye Referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin;  hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nû ava bikin.

“Zû yan dereng dê Kurdistana serbixwe ava bibe”

Partiya Komunîstên Kurdistanê xelkê Kerkûkê weke serfirazê sereke yê referanduma serxwebûnê bi nav dike û dibêje: “

Xelkê Kerkukê dîrok nivîsand. Çimkî kesî meraqa helwesta Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê nedikiri çavê wan li ser Kerkukê bû. Bi taybetî rejîmên kedxwar ji bo gel di hilbijartinê de bibêje ‘na’ gef xwarin. Lê belê gelê Kerkukê guhê xwe neda wan û çûn ser sendoqê û ji sedî 80 ji wan got ‘erê’ û biryarekê dîrokî dan.”

KKPê diyar kir ku di pêvajoya referandumê de aliyên piştgiriya serxwebûnê dikirin serketin û kesên ku bi durûtî tevdigeryan wenda kirin.

Di beşeke din a daxuyaniya KKPê de hate ragihandin: “Şupheya me tune ye dê di demekê nêzîk de biryara xelkê ya serxwebûnê dê bi dewleteke serbixwe were bicih. Em di wê baweriyê de biryara referanduma serxwebûnê biryareke rast e qererake rast e, zû ya jî dereng dê Kurdistana serbixwe ava bibe.”