Artêşa Tirkiyê ji Amedê ve hêz şande ser sînorê Rojava

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve karwaneke leşkerî ku ji tank û zirêpoşan ‎pêk dihat, şande Mêrdînê û biryar e ew hêz li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bêne bicihkirin.

Karwana leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, ku ji tank û otomobîlên zirêpoş pêk dihat demjimêrên şevê di bin tedbîrên ewlekariyê de ji bajêr ‎derket û ber bi Mêrdînê ve çû.‎

Hat zanîn ku ew karwana leşkerî li binkeyên serbazî yên ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê ‎Kurdistanê tên bicîh kirin.

Berî du rojan artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî ku ji otomobîlên ‎zirêpoş pêk dihat şandibû bajarokê Kaniya ‎Xezalan ê ser bi parêzgeha Rihayê, ku dikeve ser sînorê Rojavayê ‎Kurdistanê.‎

Ew yek di demekê de ye, ku roja bihorî Sêşemî 24ê Îlonê hêzên Tirkiyê û Amerîkayê, li sînorê navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê, duyemîn dewriyeya xwe ya hevbeş encam dan.

Ev dewriye di çaçroveya rêkeftina Enqere-Waşingtonê de ya ji bo avakirina navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê tên encamdan.