VÎDEO - Komeke nijadperest êrişî zarokek Kurd dike

25-09-2019
RÛDAW
Nîşan Edirne Sidik Taş Lezgîn Botan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di vîdeoyeke li ser medyaya civakî hate belavkirin de tê dîtin ku komeke nijadperest, zarokek Kurd dorpêç kirine û bi hinceta ku xwestiye aloziyê derbixe êriş dikin.

Parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Sêrtê Sidik Taş vîdeoyek belav kir ku têde tê dîtin hejmarek nijadperest li zarokek Kurd didin.

 

 

Di vîdeoyê de kesek ji koma êrîşkar dibêje ku di roja 21ê Îlona 2019an de kesek li Goristana Şehîdan a Edirnekapiyê li Stenbolê bi dûrişmên xwe, xwestiye li walet aloziyan derbixe û civakê têk bide. Piştî van gotinan hejmareke nijadperest bi hev re êrîşî wî zaroke Kurd dikin û lêdixin.

Di vîdeoyê de derdikeve ku zarok jî dixwaze tiştekê bibêje lê ji ber qelebalixiya koma nijadperest nayê zanîn ka çi dibêje.

Parlamenterê HDPê Sidik Taş êrîşê şermezar dike û dibêje ew êrişa faşîzan a li zarokek Kurd hate kirin bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Herwiha heman video parlamenterê berê yê HDPê li Wanê Lezgin Botan jî belav kiriye û rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtiye.

Lezgin Botan di rexneyên xwe de weke sedama êrîşê, siyaseta Erdogan nîşan dide û dibêje ku di heyamekê de ku Erdogan li Neteweyên Yekgirtî bo cîhanê banga aştiya sexte dikî de li Tirkiyê komeke nijadperest hewl dide zarokek Kurd lînç bikin, teqez ew dê rojeke ji ber kiryarên xwe were darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst