Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îro vedibe

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê piştî 4 salan 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a TUYAPê deriyên xwe ji xwendevanan re vedike.

 

Pêşangeha ku ji aliyê TUYAPê ve bi piştgiriya Parêzgariya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sanatkarên Amedê, Ajansa Geşepêdanê ya Qerejdaxê û Rêveberiya Perwerdehiya Netewî ya Amedê di navbera 25-30ê Îlonê de birêve diçe.

 

120 weşanxane beşdarî pêşangehê dibin, ku dê di pêşangehê de nêzîkî 60 çalakiyên weke panel û gotûbêj werin sazkirin.

 

Îsal mêvanê rûmetê yê pêşangehê "Migirdiç Margosyan" e, ku ew bi xwe Ermenî ye û li taxa Xançepeka Amedê mezin bûye. Di panel û gotûbêjên pêşangehê de dê li ser wêje, berhem û jiyana Margosyan were axaftin.

 

Îsal li ser afîşên pêşangehê, zimanê Kurdî tinebû. Li ser pirsa tinebûna zimanê Kurdî li ser afîşan, Rêveberê Peywendiyên Pêşangehê Cemran Anil Oder di civîna çapemeniyê de got ku sedemeke taybet tine ye derbarê tinebûna zimanê Kurdî li ser afîşan û got: “Em giringî didin zimanên zikmakî. Weşanxaneyên Kurdî jî piştgiriyeke mezin dan pêşangehê.”