Cebheya Niştîmanî Rêkeftina Soçî cîbicî nake

25-09-2018
RÛDAW
Rêkeftina Idlibê bandora xwe li ser aliyên çekdar kiriye
Rêkeftina Idlibê bandora xwe li ser aliyên çekdar kiriye
Nîşan Rûsya Tirkiye Sûriye Soçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê li Idlibê radigihîne, ew ligel Tirkiyê bo parastina sivîlan hevkar in, daku şer û karesat li Idlibê neqewime û baweriya wan bi Rûsya, Îranê û hikûmeta Sûriyê nayê.

 

Opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê li Idlibê di daxuyaniyekê de li ser rêkeftina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li Soçî hatibû kirin ragihand, ew ligel pêvajoya diplomatîk in ku Tirkiyê derbarê Idlibê de pê ye.


Cebheya Niştîmanî bo Rizgarkirinê li Idlibê dibêje, ew ligel Tirkiyê bo parastina sivîlan hevkar in, daku şer û karesat li Idlibê neqewime û dide xuyakirin  baweriya wab bi Rûsya, hikûmeta Sûriyê û Îranê nayê, bi taybetî piştî ragihandin ku rêkeftina Soçî ya derbarê Idlibê de.


Cebheya Niştîmanî hewiha tekez dike ku ew çekên xwe radest nakin û dest ji axa xwe bernadin û ew dest ji armanca xwe bernadin.


Derbarê rêkeftina Soçî de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir ku Divê çekdrên opozisyonê heta 10ê Cotmehê çekên giran, topxane, tank û mûşekan radest bikin, lê Tirkiyê jî dibêje çekdarên opozisyonê ligel çekên xwe dê li deverên xwe bimînin, tenê çekdarên tundra dê ji deverê bên derxistin.


Derbarê rêkeftina Putin-Erdogan de heta niha Desteya Tehrîr El-Şam Nusreya berê ti daxuyaniyeke fermî nedaye, di heman demê de grûpa Huras El-Dîn ku ji 2 hezar çekdarên Qaîde yên li Efxanistan û Iraqê şer dikirin pêk tê, di daxuyaniyekê de rêkeftina Putin-Erdogan red kir û da zanîn ku ev yek pîlangeriyeke mezin e, dê karesata Bosnayê li Idlibê dûbare bike.


Piştî daxuyaniyê yekser fermandarekî grûpa navborî li çiyayê Zawiye yê rojavayê Idlibê hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst