Li ser rêya Til Temir û Hesekê 2 xort hatin kuştin

25-09-2018
RÛDAW
Termê wan her du xortên bi navê Eyad Şêxo û Omer Reşad, li Til Temir hate dîtin
Termê wan her du xortên bi navê Eyad Şêxo û Omer Reşad, li Til Temir hate dîtin
Nîşan Til Temir Heseke Eyad Şêxo Omer Reşa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 2 xortên berî çend rojan li Hesekê hatibûn revandin bi kuştî hatin dîtin.

 

Berî çend rojan 2 xortên Kurd li Hesekê hatibûne revandin û piştre hatibûne wendakirin.


Kesên ku ew revandibûn, ji malbatên wan 300 hezar dolar fidye xwestibûn.

 

Duh termê wan her du xortên bi navê Eyad Şêxo û Omer Reşad, li Til Temir hate dîtin.

 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine standin li ser laşê wan her du ciwanan, şopên îşkenceyeke giran hebûn, ew bi îşkenceyeke giran hatibûne kuştin.

 

Kesên ku ew revandibûn, ew li Til Temir kuştibûn û piştre termê wan avêtibûn nêzîkî gundê Til Sikre.

 

Yên ku laşê wan ciwanan dîtine, dibêjin ew hatibûne şerjêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst