Serok Barzanî: Ez wan tiliyan maç dikim ku deng dane serxwebûna Kurdistanê

25-09-2018
RÛDAW
Serok Mesûd Barzanî di salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir
Serok Mesûd Barzanî di salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir
Nîşan Mesûd Barzanî PDK Hewlêr Referandum Serxwebûn Kurdistan Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku ew wan tiliyên ku di referanduma 25ê Îlona 2018ê ya serxwebûna Kurdistanê de deng dane serxwebûnê maç dikim.

 

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî mitînga Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li yarîgeha Franso Herirî bû û gotarek pêşkêş kir û got: “Di vê roja pîroz de, par wek îro wê bi dengê xwe li ser çarenûsa xwe biryar da. Ez wan tiliyên ku di wê rojê de deng dane serxwebûna Kurdistanê maç dikim.”


Barzanî diyar kir ku mafê her gelî ye li ser çarenûsa xwe biryarê bide û wiha axifî: “Me jî biryar li ser çarenûsa xwe da, lê mixabin bi xirabî ew biryar hat şîrovekirin. Pêwîst bû bihatan ji we bipirsan hûn çima daxwaza serxwebûnê dikin? Çima derdê me ne pirsin? Piştî ew qas enfal, komkujî û zilmê me negot em dê yekser serxwebûnê rabigihînin. Li şûna keskûkarên bûna qurbaniyên kimyabaran û enfalê qerebû bikin, lê sizayên giran li ser sepandin.”


Barzanî tekez kir ku ew ti caran ji çarçoveya destûra bingehîn derneketine û eger xalên destûr û hiquqa hevbeş bihata cîbicîkirin pirsgirêk nediman û wiha pê de çû: “Lê mixabin hemû rê û derî li me girtin. Xwestin me ceza bikin. Hemû sînorên me girtin û êrîşê me kirin û xwestin ku îradeya me bişkenin, lê em bêne kuştin jî em rûmet û îradeya xwe ji dest nadîn.”


Di beşeke din a axaftina xwe de Barzanî spasiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û wiha axifî: “Di vê pêvajoyê de dîsa derket holê ku bi çek û agir ti pirsgirêk nayê çareserkirin.Pirsgirêka Kurd têne bi rêya diyalogê çareser dibe. Divê pirsgirêk bi rêya goftûgo, lihevgihîştin û rêzgirtinê bêne çareserkirin û em destê aştî û biratiyê dirêjî her kesî dikin. Em 100 salên din jî şer bikin rêya çareseriyê her heman rê ye û bi şer ti alî sernakeve.”


Derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê yên parlamentoya Iraqê de jî Barzanî diyar kir ku PDK di hilbijartina de bûye partiya yekem û got: “Di hilbijartinê de derfeteke nû hate li pêş me. Gelek kesan digot ku hilbijartin dê bibe dawiya PDKê, lê we bi şiyana tekoşer karî PDKê di asta Iraqê de bikin partiya yekem. Hat zanîn ku PDK gelek mezin e, kes nikare wê têk bide. Bi rastî tirsa min hebû gelê Iraqê dê dengê xwe bidin wan aliyên ku xwestinê gelê Kurdistanê ceza bikin û bi awayekî bihêz derbikevin, lê gelê Iraqê kesên dijminatiya Kurdan kiriye ceza kir. Ez spasiya hemû neteweyên Iraqê dikim."


Barzanî şîreta bavê xwe yek ji rêberên gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî bibîr anî û got: “Cenabê Barzanî digot, dibe ku şerê hikûmeta bê kirin lê şerê di nav miletan de tawan û dijûn e. Hikûmet tên û diçin lê gel dimîmin. Min her tim gotiye kesên ku neçar mane hatine Kurdistdanê dê mêvanên me hata ku pirsgirêka wan çareser dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst